SÎMA SEMEND: TEMÎYA ‘ESKER
Kîslovodsk ew cî-miskenê gul û sosina, bax û bostana, ava xweş, hewa cinetî ye. Kê navê wê nebihîstîye, kê naxwaze wê derê hêsa be, qenc be, wê tebyeta rengîn ra heyr û hijmekar bimîne. Wele em xwe xwa jî malê va motacê vê yêra qudretî ne. Çiqas sal e, malê va em diçin vê derê hêsa dibin, her sal xwe ra tînin bîranînê baş, heval-hogirê ji bajarr û nehîêd tifaqîê ye başqe-başqe. Vê carê jî me xwe ra bîranînê baş, pizmam û hevalê xêrxaz e amin anîn. Îsal jî hevalêd me yek ji Kîêvê bû, ûkraîn, tevbûya şerrê wetenîê yî mezin Sîrafîma Andryêvna kulfeteke sere ye bejinbilind e beşerxweş. Meriv wê xeberdanê beşera xweş ra ‘hijmekar dima. Çiqas êvar bû em dora textê çaê rûdiniştin, xeber dida, her yekî bîranînek, gilî-gotinek xwe ra digotin û şevbihêrîya xwe hewşê da nava gul-sosina, bax û bostanê hêşîn derbaz dikirin, hetanî nîvê şevê, Sîrafîma ûris, timê me ra gilî-gotinêd ‘heweskar digotin. Ew, çawa divêjin, şabûna gişka bû. Yek jî Raxîma ûzbêk, ewê usa distira, dengekî usa lê bû nola du zengila, ewê çend zimana distira, axirîê jî kilameke kurdî hîn bibû, ya govendê. Digot û em gişk dikirine govendê. Êvarekê jî em wexta topî ser hev bûn Valya ûris, Hasmîka ermenî, Natalya gurc em jî ‘hemin kurd. Me hinekî xeber da, paşê Valya ber bi Sîrafîaê bû û got:
– Sîrafîma Andryêvna, ez hîvî dikim ji navê koma me gişka tu çend gilîa me ra derheqa şêrr da bêjî.
Ewê ku ev yek bihîst me nihêrrî û got:
– Lo, çî we ra ne, derheqa şêrr da hûn bibhên. Werin em gilîê diha eşq, diha ‘hewas bibihên, şerr, şerr e ne ê gilîkirinê ye, ez qet naxwezim wan rojê zelûl e giran çi min ber çe’vê xwe dîtîye bîr bînim, we ra jî gilî kim.
Demekê em gişk te ê bigota poşman bûn ser glîê xwe, çimkî ser wî gilî Sîrafîaê rastî jî ber xwe ket, em gişk demekê kerr-lal rûniştin û nişkê va dengê wê hat.
– De, wekî, hûn dixwazin, ez ê seba xatirê we qewimandineke, ku min ber çe’vê xwe dîtîye gilî kim.
– Roja şêrr e ‘ewilin ez mekteba gundê me da dixebitîm dersdar, lê wexta nîvê hevalê min çûne ber şêrr û xûşka min e 20 salî jî çû bû xûşka doxtirîê, min jî qirar kir herrime kûrsêd doxtirîê û li wira herrim ber şêrr, çimkî wira ez ê kêr bihatama. Vê derê em nava agir da, nava şêrr da bûn, me her tişt dikir, wekî birîndara xilaz kin, nîvî dişandine pêş’enîyê, nîvê dinê birînê wana derman dikirin, girêdidan û didane paldanê, nava palatka da, yanê jî ‘hulikê, ku kiribûne gospîtal da. Birîndara çarnikal gazî me dikirin. Awa sibe hetanî êvarê em mijûl bûn, me dixwest çiqasî qewata me da ne komekê bidine wana, dilê wana ra herrin. Ê, kê zane, îro hene, dibe k’ sibê tune bin.
Rojekê jî tevî gele birîndara birîndarekî berteref anîne bal me. Ewî ancax 21-22 salî bû, dine’lîya, nikaribû xeber da. Dirrcifand, me nasîlka wî danî ber sobê, wexta ew hinekî germ bû, çe’vê xwe vekir, me nihêrrî, û çe’vê şêlû te qey tirê digot min xilaz kin, paşê ancaxkî got: “Germ bûm, xûşkê, ze’f razî me.” Cîê wî min ha-hanga ser kerrevtaê çêkir, me ew guhaste nava cînivîna, nalîna wî bû, çawa dihate kivşê gelekî xirav bû. Ewî destê xwe yî sar ancax ji ser lihêfê hilbirrî danî ser destê min û got: “Hinekî nêzîk rûnê, serê xwe bidme ser milê te, xûşka min, tu gelekî nola xûşka min î.” Min xwestina wî qedand, ‘enîya wî miz da, porrê wî şe kir, ewî dîsa çe’vê xwe vekir, min nihêrrî û got: “Xûşkê, temîke min te heye, cêba min da şikil hene, ne’me, adrêsa min, herkê dikarî cabê bide, bêje ez çi ‘halî da me, diqewime tu herrî alîê me, ‘ese-‘ese herre mala me dîya min gelekî re’m e, gelekî ‘heyf e, tu ‘ese wê bivîne, destê wê ramûse û bêjê, wekî ez tenê nînim, ku hatime kuştinê.”
Min dilmînî dane xortê cahil, û gotê: “Usa nevêje, tê pak bî, tê xwe xwa herrî bal dya xwe, tê xwe xwa destê wê ramûsî.” Ewî ser van gilîa min nihêrrî, destê min ber bi lêvê xwe ye ricifî bir û ramûsa. Du hêsir çe’va barîn ser sûretê wî ye sar da. Demekê usa destê min girtî ew temijî, xûdaneke sar ser ra avît, du-sê sehe’ta ez kêlekê rûniştî bûm. Min nihêrrî ew razaye, îdî nîvê şevê bû, ez fesal rabûm û çûme malê, wekî şebeqê dîsa bêm.
Gava şebeqê hatime gostîpalê min ra gotin, wekî Pavlîk berbangê texdîr daye. Ez gelekî ber xwe ketim, giryam, paşê çûm, min kincê wî, şinêlê wî dîtin, cêba wî da şikilê qîzeke bedew e cahil, ancax 18-19 salî dît nivîsîbû: “Pavlîkê min ra, ‘ezîzê min ra, lêxe, Pavlûs can, dijmin raqetîne.”
Ser van gilya Sîrafîma xêlek dengê xwe birrî, girîya, em jî pê ra, paşê dest pê kir:
– Şerr kuta bibû, ez vegerryame malê çûme mekteba xwe, dîsa dersdar xebitîm. Salek derbaz bû û usa qewimî, wekî ez çûme Moskvaê, hilbet min adrêsa Pavlîk jî hilda. Min gelekî dixwest dya wî bivînim, temîya wî ye paşin biqedînim. Derî min vekir kulfeteke sere, ewê ez dîtim, tu ê qey bêjî tê derxist ez kê me, bû zûrrîna wê ber bi min hat: “Bêje qîza min, tu hevala Pavlîkê min î loma hatî, bêje, ew dibe k’ sax be.” Min çe’vê wê nihêrrî ez giryam, min tê derxist, wekî dayka belengaz hela hê nizane, wekî kurrê wê kuştî ye, ew hîvya wî ye, şev û ro. Ew min nihêrrî, ez hemêz kirim û girîya. Min nola dîya xwe ye ‘helal ew hemêz kir, her du destê wê ramûsan û gotê: “Pavêl xwe xwa gotîye, wekî destê te paç kim, daê can, bira wî va ‘eyan be, wekî ez îro mêvana te me û gotinê wî bi zyaretî diqedînim.” Ser van gilîa hêja dayka reben ra ‘eyan bû, wekî Pavlûsê wê tune, em her du tevayî gelekî giryan, paşê lê pirsî, çima ew tenê ye, ewê jî nav hêsra bi îske-îsk got:
– “Lê tevî kê bim, lawo, mêrê min jî çûye nehatîye, lê qîza min mêr kirîye, mala xwe da ne.” Min jî berya xwe şikil û ne’me derxist û dirêjî wê kir: “Berî mirina xwe Pavêl hîvî kir, wekî ji berya wî derxim, min ji berya wî derxist û awa teslîmî te dikim, daê can.”
Ewê ku ne’me şikil dîtin bû zarrîna wê, tu ê qey bêjî tîreke tûj dilê wê da rût bû, şikil ne’me dilê xwe yî şewitî va giveşat, girya û ji nav hêsra got: “Nîna Pavlûşê min î ‘ezîz hatîye kuştinê.” Paşê gote min: “Nîna jî çû ber şêrr, ewê digo dibe wê derê Pavlûşê xwe bivînim, ew jî hate kuştin, wey şerr e, wet şerrbazno, belkî mala we xirav be, ocaxê we kor be, we çiqas û çiqas xortê tûre kirine ax û berê sar, mirazê wana çe’vê wan da hiştine.”
Min nizanbû dayka dilkul ra çi bigota, çi dilmînî bida ber dilê wê daykê.
Ez wê şevê li wir mam, ewê terka min nedikir û timê digot: “Bîna Pavlûşê min te tê”…
Me gişka melûl û kerr û lal ev serhatya zelûl bihîst, paşê gava Sîrafîmaê xilaz kir, çe’vê me gişka ji hêsra sar bibûn. Em gişk melûl rabûn, me razîbûna xwe da wê û kerr û lal her yek ji me çû ber bi otaxa xwe.
* Min ev çîroka Sîma Semendê, cotmeha 2021ê, ji berevoka Baharê ya 8an, xwend û hingê jî ji alfebeya kurdî ya kirîlî veguhastibû ya latînî. Berevoka navborî sala1989an li Yêrevanê belav bûye.
Yorumlar
Yorum Gönder