BEREV DEHLAN & GORNEKE TIKÎTENÊ
Pirr dudilî bûm îro. Bê ka li malê bimînim an bi mêhvanê xwe re seriyekî biçim pêgermokê. Axirî, piştî “tu zanî”yên mêhvanê xwe yê ku naxwaze navê wî li vir bînim, me xwe ji bo derketinê girêda. Tevî termosekî ava germ û çend heb neskafeyên mirr.
Li Bîngolê jî wekî her derê reqepolka înşaetan e. Avaniyên kevin dihedimînin û yên nuh ava dikin. Li serê girê ku em di biniya wî re diçin sûka jêr jî wilo bû. Û îro divîbû mirov bêhtir li gavên xwe miqate bûya. Ji ber ku hima bêje şûna gavên mirovekî jî nehiştibûn ku bê herrî bûya. Lê em neçûn sûka jêr û me berê xwe weha da bi aliyê çepê ve, ber bi vê eraseya ku hinek dehl û devî jî li derdorê ne û çem di nava wê re diherike, û pê bajêr dibe 2 parçe:
Em tibabekî dudilî man bê ka em ê li ser kîjan ferşî jî rûniştina. Belê, me ciyekî bêkeys ji bo rûniştina xwe peyda kir. Digel qajeqaja qijakan, me neskafeya xwe vexwar. Vegerê, çavê min bi vê gorna tikîtenê ket.
Min ji hevrêyê xwe xwest ku em bêhtir ber bi wê ve biqedimin. Dema ku gornên tikîtenê li xewleciyan bin, bi yekî bêhtir bi efsûnî tên. — Qet nebe bi min wilo ne seraqet–. Ya min û vê jî wisa bû. Tevî ku bi salan e li vir im jî, aciz bûm ji xwe; çima ku hetanî îro çavê min pê neketibû.
Gornên tikîtenê. Erê, dema ku ne li xewleciyan bin û ew îhtimal hebe ku bibin abîde yan jî merqed û cudabûn, bijarebûna miriyên di wan de ji ya miriyên din tînîn bîra mirov. Ji lew re, bi min qurre tên miriyên di wan de. Te dît, mirov miriye; çima hewce be ne li cem miriyên din be û dêhn û bala saxan xût berra ser xwe bide? Nizanim...
Niha jî ji nêzîk ve li kêla vê gorna tikîtenê binêre. Heçî min û hevrêyê xwe tê dernedixist ka dîroka mirina vî seydayî “1831” e yan “1931”e. Heger 1831 be, çawa xwediyê paşnavê “Ertaş” ê ji dema komara tirk bûye? Çêdibe ku piştre zar û neviyên wî paşnavê xwe li ser kêla wî dabin nivîsandin (?)
Îro yekşem û roja ewil bû ji mijdara 2026an. Dibêm qey wê zêde bi dest min nekevin êdî, rojine weke îro sayî û bêyî şilî û berf.
Yorumlar
Yorum Gönder