XELAT & REDKIRIN & SARTRE


Jean Paul Sartre, 22yê cotmeha 1964an, Xelata Wêjeyê ya Nobelê red kir. 

Ez ê lînka nameya Sartre deyînim binê vê nivîsê ku ji Akademiya Swêdê re hinartiye û tê de sedemên redkirina xwe ya wê xelatê diyar dike. 

Çawa ku hayê we jê heye; çend roj berê, 29ê cotmeha 2026an, serokkomarê tirk Recep Tayyip Erdoğan, li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew ê di bin navê Xelatên Mezin ên Kultur-Hiner ên Serokkomariya Tirk de xelata Wefayê bide Ehmedê Xanî. Piştre jî em ji nivîseke Muhsin Kızılkaya pê hisiyan ku Abdullah Keskinê xwediyê Weşanxaneya Avestayê, meha 12an dê wê xelatê navborî ji destên Erdoğan wergire. Divê diyar bikim ku ji ber ev nivîsa Muhsin Kızılkaya ji teref Abdullah Keskin û Avestayê ve hat belavkirin, jixweberkê hayê me jê çêbû ku Abdullah Keskin dê xelatê ji destê Erdoğan wergire. 

Piştre em ji nivîseke M. Nesim Doru hîn bûn ku mebesta dana xelateke weha ew bûye ku Ehmedê Xanî bê ladan ji sembol û pêşengiya xwe ya neteweperweriya kurdî. Doruyê ku profesor e li unîversîteya Enqereyê, di nivîsa xwe de ji nav dernakeve bê ka ew ê çawa Ehmedê Xanî bike yekî bi dilê Erdoğan û argumana wî ya ku me’alen dibêje “Xanî bi tenê xwestiye ku koçerên kurdan li navendekê bicivin û kitêb, bajarvaniyê nas bikin” jî ji nefsa xemeke neteweperweriyê pê ve ne tiştekî din e. Ji dawiya nivîsa wî em serwext dibin ku bi tenê daxwaz û hêviya Doru Xaniyekî welê ye – yan jî ya yên ku ew spartek danê. 

Bi qasî ku ji min ve xuya ye; heger Abdullah Keskin/Avestayê red bikira ku xelatê ji destê Erdoğan wergire jî gelek weşanger, nivîskar û akademîsyen hene ku wê xewnê dibînin ku ew di şûna Abdullah Keskin de bûna. – Hewce nake ku ez navê wan bînim! – Lê heger red bikira jî, wî yê serxwebûna rewşenbîriyê ya ji sazûmaniyê himet bikira. Çi ku sedema sereke ya redkirina Sartre ew e ku rewşenbîrî nekeve bin tesîr û hikimê sazûmaniyê û weke şexsiyet bi serê xwe bimîne. Û dîsa bi qasî ku ji min ve xuya ye; redkirina Abdullah Keskin wê bi qasî qebûlkirina wî tu teqdîr nedîta.

Belê, îcar Abdullahê din?!

Îcab nake bê ka kengî got. Lê ev xelata mewzûbehs kar/statuyeke kulturalîst e bi min, ku Abdullah Öcalan di destpêka pêvajoya xwe de ew jî ji kurdan re zêde didît û (netutiştbûn) e. Ji bilî wê; me ji notine wî yên piştre xwend ku giliyê Hakan Fidanê wezîrê karûbarên derve yê tirk li cem dewletê dikir, çima ku ji Îsraîlê re dixebite. Bi sedan kesên ku ji 2 salan zêdetir in hemî tiştên wî bê elîf û bê qebûl kir, Abdullah Keskin rexne dikin ji ber ku ew ê wê xelatê wergire – Ji weşangerekî ku bi tenê kitêb firotine kurdan; belku şiyana wan a redkirinê pûç nekiriye, bi paradîgmayên xwe! – 

Ji dêvla encamê/pûçbûna şiyanên redkirinê 

Xaniyê ku ji hikimê mîrektiyên Kurdistanê tahmijî, heger padşahê li Stembolê hingê xelatek bidayê, wî yê bê şubhe ew red bikira. Çima? Çi ku mirov ne ji ber ku gelekî wêrek, biwijdan an wv. e, ji xwe tîne û red dike, ji ber ku pişta xwe bi hikim xurt bike; ji xwe tîne û red bike. 

Sal 2026 e. Redkirina Abdullah Keskin û Avestayê dê ji wî û weşanxaneya wî re bima. Helwêsteke weha dê rê xweş nekira ku bibûya redeke giştî û neteweyî. Pûçbûna şiyanên me yên redkirinê diyardeyeke neteweyî û encama siyaset û paradîgmayên têkbir ên Abdullah Öcalan e. Û wilo xuya ye ku kurdbûn dê demekê li benda aktorine nuh be; aktorine ne weke me. Aktorên ku bi redkirinê re dê nekevin tu tasewas û endîşeyên jiyanî, aborî, navdariyê û wv. 

Ê me em têk çûn...











Yorumlar

Popüler Yayınlar