NADOYÊ XUDOYÊ MAXMÛDOV: HUCETA ÇEMA, 2: DILÊ KEWÊ
Şev bû, şevereş bû. Te ê bigota qey ‘ewra ‘ezmîn da şerr dikirin, dikirine gurrîn, birûsk vedidan, ku mînanî şemdana deqîqekê dinya ron dikirin, wê şûnda dîsa dibû şevereş. Sêlava baranê ye gurr bi kel ji berpala çîê berjêr dikişîya û dikete Araksa dê. Çem ji kenarê xwe derketibû, pêlê wî ye gurr ser rya xwe her tişt dibir, çi ku rastî wî dihat. Nava vê heytehola tebîyetê da tenê sînorxweykirê sovêtîê bûn, ku ev çetnayî bendî tu tiştî hesab nedikirin, ‘ebê baranê ser mila, hişyar sînorê welêt î zîaretî xwey dikirin.
Berbanga sibê nêzîk dibû. Baê şebeqê yî gurr, ku ji çyaê Takaltûê dihat, ‘ewrêd baranê ye giran bela kir.
Sifte heçêd çîaêd ermenîaya kubar zer bûn, paşê tirincêd te’vê ye ‘ewilin e lerizok ser wana şewq vedan, wê şûnda hêdî-hêdî goveka te’vê ye alav ji bin ‘ewrêd gewr şûlikî.
Rya qeraxa Araksê ye çivane ra avtoke merivbir ber bi cîê sînorxweykira diçû. Wêda sînorxweykir bûn, ku ji ser hidûd vedigerrîyan. Ji wî alî Araksê eskerekî tirka ji niqitka dîtînê pê dûrbînê li avtoê dinhêrrî.
Pencê te’vê ye heyatî kewê û cûckê wê ji hêlûna wê derxistibûn. Kewa dê cûcik dabûne pey xwe û dixwest derbazî zevîya gênimê pêşber be, ku mînanî be’rê pêl dida. Lê ew hela rê derbaz nebibû, gava ji çvanê nişkê va avtomaşîne derket. Avtoajo, wexta kew dîtin, pê ra- pê ra avto da sekinandinê û avto bi çirrîn, çend gava dûrî kewa sekinî. Sînorxweykira ji avtoê banzdan. Xof kete dilê kewa dê. Ew ewqasî tirsya bû, ku xwest bifirre, hela ser da jî baskê xwe vekirin. Lê ew deqa ‘ewlin bû. Deqa dinê, nava wê da huba dê hişyar bû, dilê dê xeber da û ew cî da sekinî. Gava ewê dît, ku meriva dora cûcika girtine, dikin bigrîn, lê ew bi çive-çiv vî alî, wî alî dirrevin, kewa dê tê bêjî qey dîn bû: Pêşîya avtoê mînanî mirîşka serjêkirî dipirpitî, baskêd xwe ye sosin ye bedew ‘erdê raxistibû, ber lingê meriva dişûlikî û bi reca wana dinhêrrî, tê bêjî hîvî dikir, dest nede cûcikêd wê.
Lêytênantê sereke Rûbsov tirê cî da bibû kevir. Ewî dîna xwe dida vê yekê, fikrê xwe va çû gundê xwe, sala 1942-a bîr anî, gava avtoa gêstapoê ye reş ber derê wan sekinî û du gêstapoya birê wîy mezin bi kutan ji mal derxistin û avîtne avtoa dojê. Oh, dîa wî ye me’rûm çi dikir, mînanî vê teyreda bê zar-ziman pê sîngê rîa avtoê digirt û bona kurrê xwe reca dikir. Hate bîrê, wekî çawa zapitê gêstapoê pê gullê caba recatîya wê da û bû ne’lîna dê, ew ‘erdê ket. “Xêrê nebînin, merivkojno!” ewê ber mirinê gote wan.
Rûbsov, wexta ji bîranînê derbazbûyî ser hişê xwe da hat, dît ku sînorxweykirekî lûla tivingê dirêjî kewê kirîye.
– Bisekne, cinû, çi dikî, ne axir ew dê ye! – Ewî kire gazî.
Bi ‘emrê wî sînorxweykira cûcik berdan. Kewa dê cûcik dane pey xwe û xwe avîte nav zevya gênim. Lê hela negihştibûne zevîê, gava teyrê bazêî nepak çe’v tûj kiribûn. Hewê da hate kivşê û xwe dirêjî kewa kir.
Teqîna tivingê hat û teyrê bazê bênefes baskvedayî ‘erdê dirêj bû. Nepakî terribî. Rûbsov avtomat paşda da eskerekî, paşê avtoê syar bû. Maşîne pêş da çû. Kew cûcikêd xwe va kete nava zevya gênim.
* Cotmeh – mijdara 2020î, min ev çîrok ji belavoka bi navê Huceta Çema û Dilê Kewê, ya ku sala 1970î li Yêrêvanê hatibû weşandin xwendibû û ew ji alfebeya kurdî ya kirîlî veguhastibû ya latînî.
Di heqê Nadoyê Xudoyê Maxmûdov de
1ê çileya paşîn a sala 1907an, li gundê Nor-Qeranlûxê hatiye dinyayê ku bi ser bajarokê Martûnyê yê navçeya Nor-Bayazêta Ermenistanê ve ye. Berevajî gelek edîbên kurdî yên Êwra Kavkazê ku bi pirranî êzidî ne, li gorî Eskerê Boyîk; ew li nav malbateke misilman tê dinyayê. Piştî ku di 10 saliya wî de bavê wî dimire û xwêya malê jê tê xwestin, ew ji bêgavî şivantî û xulamtiyê dike. Gava ku axayê ku Maxmûdov xulamtiya wî dikir, ji bo perwerdekirina kurê xwe dersdarekî digire; bi şertê ku jê re zêdetir bixebite, destûrê dide Maxmûdov ku ew jî guh li dersan bidêre. Ew bi vê heweskariya xwe demeke kurt hînî alfabeya ermenî dibe û wî heqî jî bi dest dixe ku di dibistana gund de bixwîne.
Piştî Şoreşa Cotmehê pêk tê; ku li gel mafê pêşvebirina çandên kêmar, mafê perwerdehiya belaş jî ji bo ciwanan nas dike, Maxmûdovê ku dibe alîgirekî çalak ê pergala nû, YKSSyê, ji teref Partiya Komunîst a Ermenistanê ve, sala 1926an, li Lênînkan (Gumurî)ê du salan di zanîngeha partiyê de dixwîne.
Yorumlar
Yorum Gönder