NADOYÊ XUDOYÊ MAXMÛDOV: HUCETA ÇEMA 1: LÊGENDA ÛRISA

 Şev bû. Hîva yekşevî li goveka ‘ezmanê sayî hêsa dişûlikî. Şemdanêd nava çêm û qeraxa ye rênîşandar carna vêdisyan, carna vêdiketin, rê nîşanî gemîya didan, te ê bigota wana ra çe’vê xwe diqurpilînin. Seq ra şevê carna ji borrîna gemîêd, ku derbaz dibûn, û ji çelpîna avê dihate terribandinê. Em nêzîkî adebajarê Svîtajska hikîatî dibûn. Ez bi bedewîa wê ye rojê heyr-hijmekar mabûm, ya ku şevê dha delal bû. Şemdanê êlêktrîkîê ye rengzîvîn ser rûyê ava zelal dibiriqîn. Avê hêsa kenarê wê ye heyatî tîmar dikir. Wextekê ew ade kenar ra grêdayî bû, lê gava be’ra Kûybîşêvê çêkirin, ew ji kenarê dê hate birrînê. Aha nha seher ber min e û bi ronaya êlêlktrîkîê û şevêd spî va şewq vedaye, bengzê wî dha kaw û kubar bûye.

 Bona min şevêd îyûnê ye spî hewaskar bûn.

 Ew rojêd bê te’v bûn. Roavaê da horînzonê zer dikir, lê hîv diha reş dibiriqî, ne ku mîna herşev. Min wa bi hewas wê dîdemê dinihêrrî, fikra ez birme welatê min, min pîrka xwe ye Gulê bîr anî. Havîngeha çîaêd me ye Ermenîstanêye bedew da, bin konê li zomê ewê nebîêd xwe berev dikir û êvara çîrok digotin. Ji hemûya ze’ftir me dixwest derheqa te’vê da seh kira. “Zarokê ‘ezîz, nha cem me te’rî ye, çimkî ro çûye dinyake dinê, wekî wira jî zarra germ ke û şa ke. Nha cem wan roj e, pez hatye bêrya nîvro, kevanî hela dew dikilên, keçik çûne pincarrê. De hûn binhêrrin, ro ê wêderê şuxulê xwe ê xilaz ke û vegerre cem me”. Wexta mezin bûm, çûme mektebê, ji dersdarê xwe der heqa dinîaê da, filtla wê da, der heqa te’vê û hîvê da pê hesyam, ez metel dimam, wekî ewê kulfeta kurd e pîre nexwendî ji kî derê der heqa pêşdahatina şevê û rojê da zanibû, rast e, wa sade, lê rast.

 Berbang nêzîk bû. Û Vladîmîr Vênîamînovîç qise dikir û bi Volga dê şa dibû, ku bê gazin bi seda gemîêd çûk û mezin piştkiribû, nerm dikşya. Ewê bi deha çem û cew hemêza xwe ye daîk da qebûl dikir. Ser vê yekê serekê gemîê me ra qiseke cma’etê ye kevn gilî kir, der heqa Volgaê û çiqilçemê wê-Kamaê da.

 “Du çem-Volga û Kama dikşyan, herdu jî zirav, herdu jî mezin, herdu jî qewat. Û hergav diketine hucetê, çika kê ji wana bibe çemê dê, kê çiqilçem. –Avêd min pirr in, ez ji te qewattir im, xurt im û ez im çemê dê, –Volgaê sîngê xwe yî xurt diwerimand û digot, -were tevî min be û ez ê, çawa dê, te hemêzkim û ber bi be’rê bibim. –Lê Kama qaîl nedibû: – Qurre nebe, ez ji te kêmtir qewat nîn im, hela ji te jî dirêjtir im, tu were tevî ava min be û ez ê bibime çemê dê.

Hucetê gelek wext kişand, hucetê bi qurrna kişand. Kutasîê wana hev ra qewlekî ha girêdan: Volgaê dîsa bikşe, lê Kama gereke bikşe nava wê û bixebite sîngê wê yî qewat biqelişe û kenarê dinê ra derkeve, eger eva yeka wê ra li hev hat, wî çaxî ew ê bibe çemê dê, lê Volga –çiqilçem. Qewl girêdayî bû, dima şe’da bibjêrin. Kamaê teyrê bazê bijart, lê Volgaê –me’r. Kamaê ji teyrê bazê teweqe kir, ku ew hilkişe serê çîê û ji wêderê mêze ke, gava ew birreve nava Volgaê û bighîje kenarê mayîn, bi qûrtîn ‘eşaretîê bide, ku we’de da ji binê avê derê û bigihîje kenarê pêşber. Teyrê bazê kir bifirre, lê wî çaxî me’r kete ortê:

– Eger em herdu jî şe’de ne, gotî em herdu jî tevayî dîna xwe bidne axirya hucetê. Tu ê jor da binhêrî û bibînî, lê ez ji jêr va tu tiştekî nabînim. Min jî xwe ra bibe jorê.

– Pak, – teyrê bazê qaîl bû, – xwe min bialîne û ez ê te hilkişînime jorê.

Me’r xwe teyrê bazê va aland û ew firrî. Hewê da serê me’r da nêteke nemaîê pêşda hat: teyrê bazê vede, çimkî teyrê bazê çêjikê wê xaribûn, lê nha hema ew hatye, gava dikare heyfê jê hilde.

 Kamaê bi zerp avêd Volgaê diqelaştin, niqoyî nava wê dibû û avêd xwe pêş da dibir, rind zanibû, ku hema bighîje kenarê dinê, teyrê bazê wê bi qûrtîn ‘eşaretîê bidê. Lê hela ew teze gihîştibû orta Volgaê, me’r teyrê bazê veda û ewî jî kire qûrtîn. Kamaê jî tirê ew ‘eşaretîya pevketinê ye û ew gihîştye kenarê pêşber, ji binê Volgaê dertê, lê gava dibîne, ku hatye xapandinê, zerpa xwe sist dike û îdî qewata wî naçê, ku pêş da herre: Altbûn û posîde ew avêd xwe tevî avê Volgaê dike û wê ra tevaî ber bi be’rê dikişin. Awa, ji wê rojê şûnda jî ew dibe çiqilçemê Volga dê”.


* Cotmeh – mijdara 2020î, min ev çîrok ji belavoka bi navê Huceta Çema û Dilê Kewê, ya ku sala 1970î li Yêrêvanê hatibû weşandin xwendibû û ew ji alfebeya kurdî ya kirîlî veguhastibû ya latînî. 


Yorumlar

Popüler Yayınlar