KLASÎKEK JI ROMANA KURDÎ: DÊ Û DÊMARÎ
Ji lew re, ji ber vê temenkurtiya romana kurdî, bi min, Dê û Dêmarîya* Egîdê Xudo** dê yek ji wan klasîkan be ku digel qebareya xwe ya 112 rûpelî, heq dike ku mirov wê gelek caran vexwîne. Her çendî tîpguhêz û weşangerê çapa alfabeya latînî, bi hewla xwe ya standardîzasyona bêhed, midaxeleyeke mezin li devoka vê berhemê kiribe jî, ev yek ji nirxê wê naşikîne.
Dema romanê, ji zivistana 1942yan dest pê dike û heta sala 1961ê bi dawî dibe. Bi devê kesê yekem “ez/min”ê tê vegêran, ji ber hizra xwe ya “realîzma sosyalîst” berê honaka bûyeran her bi pêş ve ye, her çendî di nav re trajediya salên Şerê Duyem ê Cîhanê tê bibîranîn jî, ev yek ne bi teknîka flashbackê pêk tê. Para pirtir a mekanên wê, gundê Mêrgesor û yê Çîmenê ye ku gundine kurdan in li herêma Çiyayên Elegezê. Wekî din, wekî mekanekî alîkar, behsa bajarê Lûskeyê yê Ûkraynayê jî tête kirin ku mêrên her du lehengên pêşî, Karêya kurd û Evdokiya Alêksêvîa Dobrînîna ya rûs lê tên kuştin. Navê mêrê Karê, Cemal û yê Evdokiyayê jî Nîkolay e. Cexta romanê her li ser wê yekê ye ku hevpariya qedera jineke kurd û yeke rûs nîşan bide. Serê pêşîn, her du jin weke karakter xuyayîtir in ku nifşê ewil ê romanê pêk tînin; lê piştî ku Şaşa, an jî bi navê xwe yê nepiçûkkirî “Aleksandir”, – ku diya Karê, Perîşan weke “Îsko” li kurdî tîne – û Sîsêya Efo li wan digihên, dengê wan li ser dikê nizm dibe.
A rastî; her çendî li îdeal û baweriya wê ya “wekheviya gelan” a hizra “realîzma sosyalîst”, bi giştî li îdeolojiya “sosyalîzmê” neyê jî rûsên vê romanê li gorî kurdên êzidî, bêhtir zindî û îdeal in. Li ser meseleyê; – tevî ku gelekî bi dûr e ji “realîstiya” realîzma sosyalist – çêdibe ku destpêka vê romanê, Evdokiyaya rûs î krasnadorî xwe bi gundekî kurdan ve bigihîne û bibe mêvan tevî dergûşa xwe ya kurîn li sêwîxaneya ku Karê lê karmend e. Piştî dibe sibeh, tevî reşbelekekê dergûşa xwe ji Karê re dihêle. Di reşbeleka xwe de diyar dike ku navê pitik “Şaşa” ye û ji ber artêşa Hîtler malbata wê hemûçik qir kiriye, ew ê biçe tola xwe jê hilîne, wekî din jî lê zêde dike ku “heger venegerim bila Şaşa li te xweş helal be.” Jineke rûs; digel ku bi zaro ye jî çêdibe biçe şer bike, lê belê ya kurd î êzidî ji bêgavî zarok xweyî dike, mezin dike. Dawiyê piştî ku Evdokiya ya rûs dikare vegere, em dibînin ku li eniya şer yekî bi navê Gênadî nas kiriye û pê re zewiciye û li Moskovê jiyaneke bextewar dijîn. Her çendî Karê jî piştî ku xebera mirina mêrê wê Cemal digihîjê ji nû ve bi Ûsivê Almastê re şû bike jî, weke Evdokiyayê bi bextewarî najî. Ji ber ku çaxê Ûsiv bi ereboka xwe ya hespan kar û barên veguhastinê yên dewletê dike, hespa wî dibehere, serokê bajêr yeke nû didiyê; lê gelekî nehs e, li defa sîngê Ûsiv dide û Ûsiv dimire. Hema bêje, xweşikahî bi Karê re 2-3 salan zewicî namîne. Piştî ku Şaşa mezin dibe û digihê, ew jî wekî rûsên din îdealîze ye: Bi tenê qisûreke wî heye ku “rûs e”. Ev qisûra wî dibe sedem ku dê û bavê Sîsê û otorîteya dînî ya êzidiyan nehêle ku pev re bizewicin; lê bi dû re, bi taybetî bi hewildana mamostaya wan a “edebiyata rûsî” Evêlînayê û midîrê sêwîxaneyê Badalyan dikarin bizewicin. Nexasim ev her du rûs dema ku bi kurdan re didin û distînin, her bi aqildayînê, handan û xurtkirina hisên kurdan ji bo birêverbiriya rejîma Sovyetê li pêş in. Ji bilî navboriyan, Vîktoryaya hevkara Karê jî manend e bi wan re: Çaxê ku xebera kuştina Cemal digihîje Karê, li ber dilê wê dide û di bîra wê de tîne ku bi tenê ew ne di wî rewşê de ye, belku hemû gelen Sovyetistanê qedera wê dijîn.
Heye ku mirov bêje ji bilî Sîsê, hemû kurdên vê romanê hew weke tîp hene, ne ku leheng. Sîsê, wî nifşê kurdan dinimîne yê ku bi derfetên rejîma Sovyetê pêşketin nas kiriye, dawiyê bi xêra van derfetan dikare dê û bavê xwe, otorîteya dînî ya êzidiyan qanih bike ji bo bi Aleksandirê rûs re şû bike û tevî wî biçe li Moskowê zanîngehê bixwîne. Lê heçî Karê ye; li gund, li ser karê xwe dimîne: Mêrê wê yê ewil Cemal dimire, yê duyê Ûsiv dimire, diya wê Perîşan dimire û diya Ûsiv jî dimire...
* Cara ewil, sala 1986ê li Rewanê bi alfabeya krîlî hatiye weşandin. Çapa wê ya nû (a bi alfabeya latînî) bi tîpguhêziya Nacî Kûtlay, sala 1995ê ji nav weşanên Nûdemê hatiye weşandin li Stokholma Swêdê û çapa 2yan jî (a bi alfabeya latînî) sala 2016ê ji nav weşanên Nûbiharê ve li Stembolê derketiye.
** Sala 1927ê li gundê Elegezê hatiye dinyayê yê bajarokê Aparanê li Ermenistanê. Dibistana seretayî û ya navîn li gundê xwe xwendiye û ji para pedagojiyê ya Unîversîteya Dewletê ya Rewanê derçûye. Li gel midîrtiya li mekteba gundê xwe, di navbera 1961-1991ê de 34 salan, beşê wêjeyê yê rojnameya Riya Teze bi rê ve biriye. Berhemên wî di Riya Teze û berhevokên Bahara Teze de weşiyane. Sala 1999ê koça dawî kiriye. Li gorî Rohat Alakom, wî ji bilî “Dê û Dêmarî”yê romaneke din jî heye ku navê wê “Xerîbî” ye: Rohat Alakom, “Çend romanên nîvcomayî”, https://www.gazeteduvar.com.tr/cend-romanen-nivcomayi-haber-1523385
Ferec Koyistanî, 2023
Yorumlar
Yorum Gönder