HOVHANNÊS TÎGRANÎ ŞÎRAZ: ÎNCÎLÎ

“Derd da çiya,

çiya nebirin...

Derd da meriya,

merî bir.”

* Ji gotinê diya min.


Wexta dinyasêwr-ruhê ne‘eyan,

Ku qurrna da gazî kirine Xudê,

Sêwirand be’r, xwelî, ‘erd û ‘ezman,

Sêwirand temam ‘errşê dinê,

Ji xweliya berk merî xuliqand,

Re’ma xwe pirr temam bela kir.

Wî da ‘ezmana şabûna hîvê,

Bi kenê hêşîn be’r perwede kir.

Kubariya bilind Wî da çiya,

Eşqa sipî werkir ser berfê,

Beşera bihara rengîn da besta,

Şabûna dê Wî da xweliyê,

Qive-qiv da teyr û teyreda,

Beşera hubê Wî da her kesî,


Û temam gulê şabûna Xwe da

Reşand ser dinya teze xuliqî,

Lê stirûyê derda Ewî hîşt cem Xwe,

Nizanibû çawa, bide para kê,

Dilê kê haqa’ mezin e, fire,

Wekî derpa derd bê minet bibe?

Û kûr fikirî Xaliqê mezin,

Nebînayî li dinê geriya.

Dî terewil tev hevdû radimûsin,

Dî eşq dikute dilê teyreda.

Stirûyê derda girt û da wana,

Bela kir eşqa wan e bê sewda.

Perra-perra mîna belgê payîzê

Ji derd mihêl bûn kulîlk, teyrede,

Xaşxaşkê reş bû uzek dilê wê,

Û we rojê da ziman bîr kirin

Bi ‘urrîn, çewtîn, zûkîn bêxeber

Terewil nifirrçî ne hîva zer.

Qey te go Xaliq wan hatê re’mê,

Nihêrrî çiyayê dinê ye kubar,

Go: Bilind in çiya, pirr ‘egal in.

Ew ze’f kubar in li ber çe’vê Min, —

Nimiz bin, mîna Min bifikirin...

Wî got û derdê giran da çiya,

Ji derdê giran çiya kir zarrîn,

Çiya bi tendûrek nifirr verreşiyan.

Ji êşê birîn vebûn sîngê wan,

Bûne cew, kûr, kendal û zêrzemî.


Ji derd çiya dilbirîn giriyan,

Û hêsirê wan bûne çem kişiyan,

Bûn zimanê çiya û kef pêl dan,

Çiyayêd bilind bi nifirr giriyan,

Berfa kevnar ma li ser tepê wan,

Ew hêsirê qerrimî ne ku nayên xar.

Xaliqê mezin hat re’mê li çiya,

Derd ji wan stend û ew da besta,

Ser sîngê besta birînê kûr vebûn,

Besta kir zarrîn, giriyan bi qurrna...

Û hê dimînin ji birînê wan

Dexmêd bi qîlê qirr û qûmistan.

Xaliqê mezin besta hat re’mê,

Mirrûz nihêrî Ewî kênê be’rê,

Hilda birûska derd û avît be’rê,

Be’r hêvilmîş bû ji cî binî va,

Ji êşê heta gihîşt steyra.

Usa hêvilmîş bû bi pêl û êlkan

Qey te go tiliya stêr derxistin

Çawa çe’vê ‘ezmanê bêîsaf

Ku ew jî giriyan...

Usa hêvilmîş bû, wekî binê wê

Hêsirê wê kevir xîz hate xuyan,

Qurrna da gurr kir zarrîna êşê,

Pêl û êlkan bûnê qerçûmek,

Qarîş kir dêm û bedewiya be’rê.

Be’rê hat re’mê Xaliqê ‘alemê,

Derd be’rê stend û da ‘ezmana,


‘Ewra kir gurrîn, ‘ezman birq veda,

Ji êşê baran bû zîpik barî,

Birûsk kir nifirr, bê guman giriya.

Usa jî hîv ma çe’vê ‘ezman da

Mîna niqitka hêsira qerrimî.

Lê ji bêdadiya derda kûr xedar

Steyr bûne gisînê birûskê,

Firrîn û mirin paxila hev da man.

Û qurrna da êş ma li ‘ezmana,

Bela kir tifaqa stêrê geş.

Dîsa derd hilda Rebê ‘alemê,

Fikirî bidê kê, tenê şevekê,

Bê minet ku bibe derdê giran,

Ew derdê ku Wî nikaribû bibira

Ditirsiya, ku Wî ra bimine...

Bide kê îjar, Ew difikirî.

Dî besta nêzîk da ‘ecêbmayî

Lepê piling da merî dikene, –

Kîjan hê piling bû mixara da...

Dît û rihet bû dilê nerihet,

Go: Tenê ev e, ku dikare bibe.

Derdê dinyayê Wî da îsanet

Û Ew hêsa ber bi ‘erşa dibe...

Welidî dilê meriyê beyanî da

Fe’mkirina tirsê, xofa mirinê,

Wê şûnda bi xof nihêrrî pilinga,

Çe’vê xwe tûj kir mînanî qîla.

Ew derd bû ku çe’vê merî vekir,


Û mejûyê wî. Bi saw fikirî,

Fe’mkir, mirin e derdê lap mezin.

Ber mirinê şerr kir bi mirin,

Danî ber mezel bêşîka zarrê,

Gumana xwe zêrrîn wî ‘hejand.

Û mirina xwe kir wekila jiyînê,

Bi pirr silsilet jî li dinê,

Dî derdê giran î mirina dê,

Tamîş da ber undabûna ewled,

Ber te’l-şîrnaya cefa ‘hubê,

Teyax da ber olecaxê tebî‘etê.

Tî şewitî bi hizkirina ‘emir,

Ber tajana birîna teyax kir.

Lê tev je’ra derd hunguv cî heye,

Derd vekir perda duşurmîşbûnê,

Derd bû dayîka fikrê xişîmiyê.

Derd, kîjan bû hêwra gumanê.

Demekê, wexta meriyê hê xişîm

Gumanê da xeniqand derdê pêşîn...

Xaliq bi şabûn cardin ‘eyan bû,

Derdê şerrvaniya heyîtiyê dayê.

Merî agir ji qeya bîter kir,

Nûra ronayê derdê xwe heq kir.

Û fêkiyê eşqa xwe ye herrojî

Wî li mêşê cefa xwe da dî,

Wî bi ‘hunirê xwe ew derd alt kir,

Kîjanî mamont dinê unda kir.

Bi qurrna kiziya dilê meriya,


‘Errş tije kir bi dûyê derda,

Lê unda nekir gumana steyrî,

Bi zanebûna teze bişkokdayî.

Ber meriyê mîna xwe qurrna da şerr kir,

Kîjan bûbû nîrkî giran bona wî,

Merî meriya ra, gur, ‘ac û netêrxur...

Lê Xaliqê ‘alemê dîsa û dîsa

Mîna çemê şêlû derdê li ‘errşa

Wî guvaşt nava dilê meriya da,

Paşê ‘hukim kir ser xweliya dê

Ber meriya veneke sivra ne’metê,

Ber çe’vê meriya bestêd qudretî

Wî guhart û kir qûmistana tî.

Usa zûzûya xweliya dinê,

Wekî qûmistanada me’rê tî

Hêsira çe’vê çêjê veçinî...

Usa, ku be’r ji germê sincirî.

Lê merî çiqa’ ku zane dibe,

Derdê xwe hêsa ew derman dike.

Merî fikirî, ji geliya derxist

Ew çemê reviye, bestê qudretî,

Bela kir li ser qûmistana tî.

Ji wan bestê berk şerav wî guvaşt,

Çemêd hunguv bi xûdana xwe stend.

Rabû qaraniya berk e ‘ecêbî,

Li be’ra nihêrrî, çiya kola,

Wî xiznêd Xudê ye veşartî dî.

Desta fikrê xwe dirêjî stêra kir,


Li ser hîvê wî mirin raç’ev kir,

Wî ser steyra ‘emir texmîn kir,

Ji sawa mirinê ew bû zane,

Dît wekilandina atomê nemir,

‘Heja miqîm û qurrna fikirî,

Fe’m kir ku du cara ew nikare,

Wî çemî, ava dikişe derbaz be.

Fe’m kir ku mirin heye û tune,

Ku qinyat xwerazî, xwe di‘heje,

Dimire û ‘ecêb cardin diwelide.

Ya ne ku Xudê, merî xuliqand,

Merî ji tirsa xwe Xudê xuliqand.

Xwe dixurdilî tariya qurrna da

Hê tişt nas nedikir, ruh da wana.

Bêhed xapiyayî, wî xûng vêdixist.

Meriyê welidî, lîla dor be’rê

Û ew bû tenê fikrê tebî‘etê,

Fe’m kir xwelî ye cinazê royê

Bûye û heye hê neafirî,—

Û neterribî. Qurrna fikirî,

Bi zanebûna xwe nûvebûyî.

Mîna hêsirê xwe temiz kir, alt kir

Tevî derdê xwe derdê hevala.

Wî xeza kir terewil nav xwe da,

Wî nav xwe da dî xewnên batinî,

Kir melhem xwe ra ewî ronayî,

Derbaz bû rêyêd derda ye çetin,

Him hunguv, him je’r gulê guvaşt,


Ji Xudê berktir wî jî xuliqand.

Merî qurrna da derdê xwe ye pirr

Vemirand bi agirê sêwirandinê,

Be’ra derda dilê xwe yî lepkî da,

Li dinê tenê meriyê nexapiyayî

Altkirina derda va ew bû zane.

Ew xebat bû, ku mîna ‘hedada

Qal kir, kuta ser sindanê xema,

Bêkarê berk merî, ji merî Xudê

Yê ji dest de’ba gihîşte steyra...

Û cara paşin Xaliq ‘eyan bû,

Wî gotê merî, go: Te derd alt kir,

Mîrata Min te ra ‘errşê mezin,

Bi tacê aqil tu bibe padşa,

Yê ku derd alt kir kiyazê şayê

‘Errşê surr tijî bike xweyîtiyê,

Bi xwe bi‘efirîn xweliya cinetî,

Xweliyê qal ke ku karê bibînî.

Çemê derdê te cî nebin be’r,

‘Hukim ke heta ser binê be’ra,

‘Hukim ke ser xwe, li ser pilinga,

‘Hukim ke dinê, hukim ke ‘errşa;

‘Hukim ke ser mûriya, heta steyra,

Çi ku ber te min qayî hiştiye,

Bigerre dinê, aşkela bike.

Tu ‘ecêba-‘ecebêd min î aqil,

Bira derd, şayî, te cihê nebin

Mîna sor-reşiya belgê xaşxanê,


Û bira miqîm bikevin cengê,

Şîn û şaya te, mirin, ‘huba te.

Bira gumanêd min te qenc bikin,

Heger tu bigirî, bira ji hêsirê te

Gûşiyê tiriyê durr biwelidin,

Bira bi destê te ‘ecêb biwelidin.

Û bi zanetî tu yê usa herrî

Pêpelûnga qurrna nebînayî va,

Tu yê hilkişî heçê temametiyê.

Mîna te’va nîvro tu yê bela kî

Siya ruhê xwe yê anîzaziyê.

Tu yê bibî kewotk ber yê mîna xwe

Wekî te’m kî derdê meriyê mîna xwe,

Ku teze bibî merî û guldî,

Mîna six‘helaliya tebî‘eta berk

Bigihîjî miqamsaziya ruh.

Lê ji kulîlka bîna qudretê

Mîna şerava teze bibînî,

Wekî ku nekevî geliyê kalbûnê,

Ku ‘emir tijî bî û dîsa rabî

Çiyayêd hêşîn e bikirraya xwe,

Ku li ‘erşa tik û tenê tu bî,

Serekê miqerrim, tebî‘eta miqerrim...

Û kerr bû miqîm. Ser dilê merî

Xumam peya bû mîna stêrê ketî,

Meriya ra hîşt nêrdewana steyra

Ku ewî fe’m kir zimanê bêxeber,

Aqilbendiya mezin ‘errd û ‘errşa.


Tebî‘et ber merî zendegirtî ma,

Ber merî bi zenda be’r bûne çe’v,

Qurrna da usa vekirî ew man.

‘Ezman ew birûya hilmiştiye ha,

Bi zenda ser çe’vê dayîka ‘errşa,

Çe’v, k'îjan bîbika ronayê ye te’v.

Lê mîna bikirrê aqil girtî

Merî qey te go bi xwe şa bû,

Bi riya çetin, riya xwestinê va

Rabû ew Xaliqê xwe gerriya.

Misqalê pirs kir heta steyra,

Hezar ‘ecebê nebînayî dî,

Xwest bigihîje Wî, ne ew xuliqand,

Pê ra ew bikeve lecê.

Wî serandewr kir xuliqandina mezin...

Dudil bû, guman, qurrna lê gerriya,

Çe’vê xwe ji steyra ber bi royê kir,

Ber bi ‘ecebê nûranî lezand

(Mixara beyantiyê miqîm hîşt

Û besta tariya miqerrim da

Bîr kir zimanê beyantiyê bêkar)...

Lê bilindaya bi nûr tijî bû

Hê tasa derda, dilê merivayê

Ser riya royê bi qurrna gerriya,

Û wexta nedî

Ew încîlî,

Riya Kadiz kir riya fikrê xwe,

Û wexta nedî, rabû teze fe’m kir,


Îdî gumana xwe neda ser tu Xuda

Û ser tu ruhî, kîjan çawa saw

Dîtinoka nebînayî vê dinê.

*** 

Ew, çi ku Xudê ruh da dihênije.




Wergera ji ermenî: 
Cerdoyê Esed, 1971, Yêrevan

Tîpguhêziya ji alfabeya kurdî ya kirîlî: 
Ferec Koyistanî, tebax, 2025


Yorumlar

Popüler Yayınlar