BARTLEBYÊ NIVÎSEVAN


Min doh, cara sisêyan keys lê anî û Bartleyê Nivîsevana Herman Melvillle xwend. Ez û hevrêyê xwe Şêxmûs çûbûn odeya mamostayê min î hêja û liberketiyê min Omer Delikaya, û min îcar ev kitêb ji kitêbxaneya wî ya li unîversîteyê anîbû malê. 

Cara ewilî, dema ku diçûm kûrsên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê min li kitêbxaneya wê ev kitêb xwendibû. Hingê, (bawer im 2015-16an bû) min demeke berxweş, hima bêje hefteyê 3-4 rojan, xwe li kitêbxaneya enstîtuyê digirt û wekî Bartleby xwe ji dinyayê vedidizî. “Min çêtir digirt” ku ji bilî xwendin û pîvandina qaldirimên Stembolê tu tiştekî din nekim. 
Cara duduyan jî min serê Pandemiyê xwend heçku. Tişt û kitêbin hene ku ji qewla Bartleby, divê “mirov çêtir bigire” û li ser wan xeber jî nede, belku wan bijî. Bihêle ku fenanî zemzelîqê bi ruh û dema mirov ve bizeliqin. 

Berî ku ez te bi çend xetên Sevînç Altanê re bi tenê bihêlim, divê vê jî bêjim: Mamosta Omer, bi notwergirtinan, bi şophiştinan xwe jî tevî xwendinê kiribû. Kêfa min ji xwendinên weha biîşteh re tê. Ji zû ve ye ku nikarim xwendinên wilo bikim. Xwezî bi ciwaniyê; xwezî bi wê rojê jî ku em xwe wekî Bartleby xwe bi erdê ve pîj bikin û red bikin. Ji ber ku Herman Melvillle jî bi devê parêzerê xwe yê nenas dibêje weha:
Û ji bo wergêriya Kawa Nemir jî nizanim çi bêjim. Xwedê kirî heye! Û di deqên wilo nivîşkan û tat de jî xwîn di zimên digerîne bi şiyana xwe ya ku çêdibe yek di gelek deriyan re û bi dorfirehî wê bibîne.

Wesselam.

Yorumlar

Popüler Yayınlar