YANNÎS RÎTSOS: DAXWAZIYA AXIRÎN



Min divê van ewrên helesor şanî te bidim
li êvarê.
Lê tu nabînî. Bûye êvar — ma însan dikare çi bibîne?
Êdî nîn e vebijarkeke min a mayin ji bilî dîtina bi çavên te ve,
dibêje,
yeqîn ez ne bi tenê me, tu ne bi tenê yî.
Birra jî
tiştek nîn e li cihê ku ez şanî te didim.

Hew stêrkên ku li êvarê cem bûne li hev,
betilî,
mîna wan mirovan yên ku bi qemyonekê
vedigerin ji kêfeke çolê,
xeyalşikestî, birçî, nikarin bistirên ti stranekê,
di mistên wan ên xwêdandayî de kulîlkên çemandî.

Lê ez ê di ber xwe de bidim, dibêje, ji bo bibînim û tu jî bibînî
çima ku, heger tu nebînî, ez ê jî nebînim heçku –
û belkî rojekê em ji rêyine mayîn bên û rabin hev bibînin.

Te hay jê heye, tiştek nîn e bi navê mirinê, dibêje zilam ji jinê re.
Min hay jê heye, belê, li gorî ku heger êdî ez miribim, dibêje jin.
Her du qutikên te jî hatine ûtîkirin, di refik de ne,
hew bi tenê guleke piçûçik e ya ku ez bêriyê dikimê.

Çima ku otobus li ber caxan têne rawestandin
çima ku bebikên biçirûsk dest û piyên xwe tevdilivînin di vîtrînan de
çima ku keçika bipiskilêt li ber dermanfiroşxaneyê xwe egle dike
çima ku xerat deriyê camîn ê bîraxaneyê dişikîne
çima ku gedeyê di asansorê de bi tenê dimîne li gel qelema ku diziye
çima ku kûçik direvin ji qesrên li keviya behrê
çima ku rendeya zingargirtî bi toran ve tê nixumandin
çima ku ezman bi masiyekî sor ve reş dixeniqe
çima ku bitenêtir e hespekî li çiyê ji stêrkan
çima ku nêçirvaniyê dikin, hem ew û hem jî ev,
ji ber vê yekê, hew bi tenê ji ber vê min derew kirin ji te re.

Baweriyê tînim bi şi’rê, eşqê û mirinê, dibêje,
baweriyê tînim bi nemiriyê ji loma jî.
Risteyekê dinivîsim, dinyayê dinivîsim; ez heme, dinya heye.
Çemek diherike di serê tiliya te ya qeraqûçkê re.
Heft caran ji şînê ezmên e ev çem.
Ji nû ve dibe rastiya ewilîn ev sebînî, ev e daxwaziya min a axirîn.

Wergera ji wergerê: 
Ferec Koyistanî 
Zivistan, 2021


Yorumlar

Popüler Yayınlar