WESÎQEYA EWIL
*…wê sibê dîsa, gava xweha min serê min di fanêre re rakiribû, tevzînok li porê min xistibûn û anîşka min jî li hev badabû. ca min nehiştibû ez bênan destên xwe bi tiştekî bikim; bi wê xezebê xwe li nanxuriya min şidandibû ku rabûbû di ber firdika çayê re, firdika mêst jî bi min dabû xwarin. li sûkê, wextê ku em ber bi dikana wênegirekî ve dimeşiyan, bavê min nizanîbû bi destên min bigirtana; destikên min di nav ên wî de xwêdan girtibûn û min hema berî deqekê xwestibû dîsa bibûna ên min, destikên min. qey wênegir jî wek xeşîmiya bavê min a girtina bi destan, xeşîmê ‘emelê xwe bû ku bîra tirsa zarokekî ya ji flaşê nebiribû û çend peyv jê re nekiribûn da ku bêhn lê fireh bibûya, ji loma rûdêmê min tijî “ji nişka ve” bûbû. piştî em bi xeşîmî ji cem wênegirê xeşîm çûbûn dikana nasekî bavê min, ê zîvfiroş, kêreke sûstelî di camekanê de ji çavên min re bişirîbû; hema nebixwe û vexwe bû. ecêb dilê min bijîyabûyê, min xwe bi dawa bavê xwe ve circirand û qurîncekek dabû çîma wî. “çi bûû?” gotibû û xwe bi ser min de tewandibû. min gotibû, “kêêêl!” min ev bersiv bi bergerîn dabûyê û bi heman awiran jî lê nêrîbû. bavê min hîn biryara kirîn û nekirînê nedabû, dikandêr xwe di nav re rakiribû û ji min re gotibû: “aqilê berra ser kêran mede, li mekteba xwe bişixul!” pê re jî beşerê bavê min xweş bûbû. ew kêra sûstelî ne ew xeyala ‘ewil bû ku ez negihabûmê, dibû ku nebûya a talî jî. lê yekî xerîb, ku min nuh dîtibû, rabûbû ‘erza min li ba bavê min şikenandibû ji ber kêrheziya min. lê kêr dîsa bûbû ya min û ji camekanê firriyabû hatibû qelşek di xweziya qirika wêneyên min ên di bêrîka êlegê bavê min de vekiribû û car din “ji nişka ve” li lîsa xwe ya camekanê venişîbû; li bendî zarokekî din ê kêrhez mabû. ez jî bi qelşekê li malê vegeriyam û neqedimîm bi sifreya “hevrêşkê” ve ku ji ca min wetrê îksîra mezinbûna min bû.
*Ev bîranîna min, cara ewilî, tevî vî fotografê min ê ji zarokatiyê, di hejmara 16an a Fanzîna Flashhilatê de (cotmeha 2021ê) belav bûbû. Bêyî guherandin û midaxeleyê wê dîsa belav dikim.
Yorumlar
Yorum Gönder