ROJÇÊBÛN
“Ji Sêzdehka dûriyan re”
*Îro rojçêbûna te ye û me bêriya rojçêbûna te kiribû.
Kêlên gorreke ji salnameyan aforozbûyî,xweziya bi te tîne.
Agirê newrozekê,demsaleke nevrotîk nestiwandiye hîn jî!
Li Serhedan,li zozanan
Di bin bêjingekê de, te bi giriyekî kesk,xwestiye baskên te bi firrê kevin
Welatek xapiyaye,tu bi şîrê spîboz aş kirine
Zilamekî newêriye navên ku di bîra xwe de eşêf kiribûn li te bikirana
Mînak;bavê te!
Îro rojçêbûna te ye û me pirr bêriya findên ku te yê ve-mirandina kirine
Mînak;xortaniya min a dahbe jî cêwiyê wan findên heliyayî ye
Sibehtira bêhna sêvan û şiva trênê ye
Wechê min li janeke ne-ji ya her kesî awiqî ye
Ez şirîkê sewta sotî ya dengbêjekî kerr mame û hew!
Li newala Benîhilaliyan,
Qaşilê mîdyeyên reglbûyî yên ku min ê têxistina sindoqa te ya zên
Di bin pêlên lodosan de windahî ne.
Min çi digot???
Bişîrinên te kevz girtine...
baş zanim,dilê te ji birînên hinêk re jî xilqandî ye
Eşayek tîr bûye,gundekî cara dawîn neşiyaye lihêfên xwe li hev bipêçe.
Lê,îro rojçêbûna te bû kezeba'm û çavên min bi hesret in
Daku ji te re qeşmeriyan bikin!
Naxwazim ne kesê ewil,ne jî yê dawîn bim ku ji te re bêjim;
kezeba'm
Jixwe,tu ne ji parsûyê yezdan xuliqiyî
Jixwe,tu yê nikaribî min li guhên gê deynî
Jixwe,kurmancî jî ji raweya xweditiyê şikenandî ye
Wextê te qaşilê hêkeke ne'aman li xwe şikenandin
û bi derziya xwe ya şahmeranî bi sûretî min î wesîqayê
vedabû,ez hew bi xwedê û xwediyên xwe kelimîbûm
jehra te yezdanokek jî di devê min re vereşandibû,piştre tu cînavkên kesandinê nemabûn,ku nexwestibûn kirdetiya min bikeritandina.
Rojçêbûna te ye! Ev qas dînitî bes e,wê niha kêla ca min jî ji salnameyan biterqe!Bêlome be!
Ka, tu niha li findên xwe vegere.Nexwe wê ji kerba êgir jî bihele!
Rojçêbûna te pîroz be,bila çiyayek bi ser nûxuriyê xwe de neyê xwarê!!
*Ev deqa min berê di hejmara 30î (ya dawî) ya Kovara Çirûskê de (20ê nîsana 2017an) belav bûbû. Wê bêyî guherandin û midaxeleyê dîsa li vir belav dikim.
Yorumlar
Yorum Gönder