MÎR ŞEREF Û MIŞKÊ REŞ


Go hebû Mîr Şeref… Go hebû jinikik… Go kî diçûyê, go şeva pêşî zilamê xwe dikuşt. Go Mîr Şeref zilamkî b’nav û deng bû, xuyakirî bû. Go, b’ Xwedê ez ê herim vê jinkê, bê ka çima zilamê xwe… Şeva ‘ewilî dikuji, ez ê hem bê çi… Çi bela wê yi. Go wile rabû, Mîr Şeref meşya, meşya, nişwarkî meşya, betilî, gîha darkê, bin darê rûnişt, bêna xwe veda. Go, nerrî mişkik ji darê derket. Go, “Mîr Şeref?”, go, “çî yi?” [Mişk] go, “Tê heri ku?” [Mîr Şeref] go, “wile hal û hewalê mi ji vê yi”. [Mişk] go, “mine, ev jinikik sêrbaz i!”,  Û… “Jinik sêrbaz i û şeva gi zilam wê tîni, zilamê xwe dikuji û ew dimîni”. [Mîr Şeref] go, “ev i?”, [Mişk] go, “e”. [Mişk] go, “De mine, tê ç’ biki? Tê mi bibi têxi qutyekê, tê lempa xwe jî tije don biki, û ti ranazê. Ez ê ji te r’ çîrokikê bêjim, wê çaxê tê li ber serê wê bimîni, tê… Tê sêra wê betal biki”.

Wile radibi Mîr Şerefê min û te mişkê xwe digri, dixi qutya xwe, bi xwe r’ dibi û dirri jinkê, jinik wî diki. Jinik wî diki… Jinik wî diki, hevdû tînin û tên malê… Em ê wê li wir bihêlin, îca bên ser çîroka mişk…

Mişk jî… Dibê, hebû keçikik û lawikik. Dibê, pismam û dotmamê hev in. Dibên, kêfa wan ji hev ri dihat, dilê wan bijyabû hevdû. Dibên, apê wî nedidayê, dibê hevdû revandin. Dibê hevdû revandin, çûn çolkê, ber siya zinarkî rûniştin, bêna xwe vedan, keçik betilyi. Dibê serê xwe danyi ser çoka pismamê xwe. Dibên hingî gi xweşik bû, dibên pismamê wê jî… Hingî lê nerrî, nerrî qolyek di stê wê de yi, qolya wê derxistyi, ji xwe r’ li qolyê nerryi... Ji xwe r’ wilo li qolyê nerryi û ew jî di xew ri çûyi. Dibê, teyrkî hatyi rahiştyi qolyê… Niklê xwe avêtyi qolya wî, ji destê wî derxistyi, revandyi û biryi.

Dibê, lawik radibi çi diki. Dibê, hegir ez keçkê li vir bihêlim; ê keçik bê, ji bo qolyê layê apê mi ez revandim, û ez nehêlim jî, wê dîsa bê ka qolya mi, ez ê jê r’ bê çi.  Dibê hema hêdîîîka serê wê datîni ‘erdê, bi dû qolyê dikevi û keçkê li wê çolê dihêli. Dibê dilezîni, lawik dilezîni, teyr ha li vir û ha li wir, teyr dirri, qolyê nabîni.

Dibê, lawik dirri diçê yexçarkî, nerrî wa cot diki, dibê: “Xalo!”, [Kalo]: “Çî yi?”, [Lawik]: “Çima ti cot diki?” [Kalo] dibê, “lawo, wile em cot dikin û em diçînin ‘erdê xwe, û em dikin genim, em gêre dikin, em dikin arrd û em dixwin”. [Lawik] dibê, “ti çima tenê cot diki, qey kesî te tine?” [Kalo] dibê, “na lawo, wile zarokê mi tine!” [Lawik] dibê, “ti dixwazi ez bibim lawkê te?” [Kalo] dibê, “çima lawo? Ser çe’v û serê mi, qey ez naxwazim ti bibi lawkê mi?”. Dibê, dirri dibi lawkê kalo. Em ê wî li wir bihêlin, ca bên ser keçkê.*

Dibê radibi, Mîr Şeref jî leplepa devê wî yi. Jinik jî şiyar i, xewa wê nayê, li bendî Mîr Şeref i gi Mîr Şeref bikuji. Dibê Mişk banê dikê, dibê: “Mîr Şeref, lempa te ziwa bû, dîsa ti donê xwe dagir, û ti ranezê!”. Dibê, çi roja Rebbê ‘alemê heyi, dibê jina Mîr Şeref radiji lempa wî dişkîni. Dibê, “Ma ev lempe nahêli gi em razên, heya sibê ‘kem kem’ diştaxili, ev çilo çêbû!”. Mişk banê dikê, dibê: “Mîr Şeref, mine, lempak di ji xwe r’ bikirr, dagir û li mi gudarî bik!”… Dibê, sê roja heya go mişk çîroka xwe xelas diki.

Wile radibi. Keçik şiyar dibi; gi nîvê şevê yi, gi ne kes û ne kûs! Gi layê apê wê dejê berrdayi. Destê xwe davê sênga xwe, gi qolya wê ne pê re yi. Dibê, weeey, layê apê mi e’ j’ bo qolyê revandim! Yeqîn kêfa wî ji mi r’ nedihat.

Dibê, radibi dimeşi jinik. Dibê, dimeşi, tê diçê şivankî. Dibê şivan çe’v lê dikevi, devê wî ji hev dibi, dibê hingî gi dilê wî dibijê; hingî gi xweşik i. Ban jinkê diki, dibê: “Filankesê, tê mi biki?” [Keçik] dibê, “erê, der herr malê ji mi r’; bi def û zirrne, bi lîlî, bi xwazginî, bi çewçew, bi helahela bê,  herr werî, ez ê te bikim.” 

Dibê wile şivan dej’ pezê xwe diqerri, û tê,  tê gund, heya wilo, jinik derbasî deverik di dibi. Nişwarkî di dimeşi, tê diçê gavankî. Gavan jî çe’v lê dikevi, kezeba wî dişewiti. [Gavan] dibê: “Ti mi naki?” [Keçik] dibê, “der herr; ‘erebê xwe, berbûlê xwe, gelînlikê xwe, û ‘erz û ‘iyalê xwe werî, ez ê te bikim”… Wile… Heya ew dirri, ji wî jî xelas dibi. 

Dibê, diçê kelikvan; –diçê çemkî– diçê çem, nerrî gi yekî kelikvan, ew jî kelikê pê însana didehfînî wî alî. Dibê, çe’v lê dikevê, devê wî ji hev dibi. [Kelikvan] dibê: “Tê mi biki?” [Keçik], “erê, ti ka b’ kelka xwe mi derbasî wî alî bik, ez ê te bikim.”… Dibê, wile radibi jinkê derbasî wî alî diki. Dibê, heya tepik dixurcili, jinik ji nav lepê wî derdikevi, îşê xwe ji jinikê nayni, jinik xelas dibi.

Dibê, tê diçê bajarkî… Tê diçê bajarkî, go wa yi qerebalixik li gund çêbûyi; çewçewik i, xirpişik i. Ew jî dirri dikevi nav wê toplimê. Dibê, dibê, wile wezîrê vî bajarî miryi. Wile radibi, ew jî dikevi nav. Dibê wezîr vedşêrin û xirpişa wan i. Dibên, wile ‘adeta me jî heyi; teyrkî me heyi, em berrdidin, ser serê kê bisekini, ew siltanyê dimeşîni. Dibê sê cara teyrê xwe berrdan, ser serê jinkê danyi.*


 *Ji vir û şûnde, vegêr ne li Çîroka Keçikê, li ya Mîr Şeref vedigere. (Têbiniya Berhevkêr)

**Min ev qismê vê çîrok/fabla ku min zarokatiya xwe gelek caran ji ca xwe guhdarî kiribû, 18ê mijdara 2020î ji deng û vegêriya xwişka xwe Gulîzarê (46-7) berhev kir û nîsana 2021ê jî ji ber dengê wê nivîsî. Heta ku ji min hat, min hewil da xisûsiyetên devokî (yên Omeriyaya Mêrdînê) biparêzim. Navên karakteran yên ku di nava kevaneka çarçik de hatine lêzedkirin, aîdî min in. Û AIyê ev wêne ji bo vê deqê çêkir. 

Ferec Koyistanî 

Yorumlar

Popüler Yayınlar