LOMEYEK BO GULÊN VIRNÎ
bi hesabê kurmancî*
em hê neketine nîsanê
wiha virnî bişkivîne gul
wiha belkî ji reşbînîya min be;
"lê dibêm qey
kirasê te yî zer pir li te dihat"
ev henek bû!
yanî belkî hilî û tenik hilêyî
li dergistîyan
yanî belkî zirav û hênik vegerî
li rêyan
nizanim tê bê çi...!?
lê ez ê pir bêjim: "dibêm qey"
dibêm qey wê şevê
me neheqî li çêm kir
û li jana xwe jî...
me yê dilê xwe bi hofkê nekuşta
me yê bîra xwe bi bersivê nekoşta
hema wilo rêya çi kiriba nesîb
em ê ji hev re bimeşîyana.
ez ji van gula aciz bûm!
ma çendek din jî bitebitîyana
wê qiyamet raba...!?
erê, eyn wek birûskên çilesrî me
şingeşinek naşî,
piştre jî polîpoşmanî..
qedera gula bişibe a min
serqise: gulanê nebînin,
ez nema zanim bê
ez ê ji dêvla te w kê
li ber wan kevim
îcar, navê min bi dilkeçikî
derkeve... bêlome be!
li Cegerxwîn û U. Eco neheqî be jî
çi ji kê re, bi serê kê ketîye!?
tê bîra te?
min navê Eco xelet bi lêv kiribû
û te lêvên min sererast kiribû
weke hingê me dîsa;
li ber xwe ketî.
ruhê min ji kêlîkên rijî diçe
ji şîva kelê jî
ji bersivên xav jî,
ji gulên virnî jî!
ji gulên virnî jî!
Yorumlar
Yorum Gönder