KAPRÎ Û XIRECIREK
*Wan sala jî wiha bû. Wan sala jî, himbêza civatê ji takekesan re xilqandî bû. Hevdu dicircirandin û hebûna her duyan jî sobanîya kerê bû, weke cotek kêr hev disûtin, lê dikarîbûn hev bigorana jî. Wan salan, her ku kekê min ji Stenbolê vedigerîya, bi her kesî ecêb dihatin hatinên wî - bi termeke ku niha pê emel dikim, wan sala bêjim; "avangard"bûn ew û hatinên xwe- Dema ku bi şalê pînekirî, qundera sertûj û porê xwe yî wek stirîyên jojîyan dadida dêrî, mad li bavê min diqulipî, lê ji bo xatirê hatinan nedida rûyê wî. Piştî ku şîv dixwar û êvar bi serborîyên xwe dimeyiland, dêya min ji bo serşûştinê li ber digerîya, lê wî digot, heger serê xwe bişo, dê porê wî ji qêlik derkeve, ji loma divê heta çendakî av bi porê wî nekeve. Timî, bi her hatinê re, ne-serşûştina wî dibû çirûska ewil a şerê malê. Lê, min bi xwe timî piştgirîya wî dikir, çiku hem modelê modaya Stenbolê bû; -sibê min ê jî hewl bida porê xwe wek ê wî şeh bikira- hem jî têra min destmişt vedigerîya. Ne bi xêra van çûn û hatinên wî bûna, belkî pîyê min bi topê neketa, ez ê ji ajotina piskilêtê jî mehrûm bimama.
Carna me serhişkî dikir û em ji ya xwe nedihatin xwarê. Lê axlebê caran, me digot qey em birra jî zêde gewî ne û em vedigerîyan ser derba xwe ya berê. Gewitî û henûnîya kekê min, di geremola çûn û hatinên wî de av li hev venedixwarin. -Heye ku li emrê wî jî- Û ji wan gewitîyên wî yek jê jî, anîn û lixwekirina kaprîyan bû; wî û bavê min pir dilê hev hiştibû. -Jixwe, kêm caran ji bo qanihkirinê bi hev re dipeyivî-in- Lê girrê dara sêr ji yê terhik qewîntir derketibû, kekê min fêm kiribû ku wî yê nikarîbûya bi vê xirecirê re derxista serî, ji loma xwe wek zarê xelkê girêda. -Bi dû re, wê ev fêmkirin bûbûya stûnê serkeftina wî ya di bazirganîyê de-. Vê carê ji xwe re telefoneke "qemeralî" jî kirîbû û serê her bîstikekê carê, straneke îngîlîzî lêdixist û tevî stranbêj distira. Dilê min pir dibijîya telefona wî. Ji bo ku bihişta min jî kêlîkekê pê bilîsta, min qeşmerî û şelafî bi qebale digirtin û hewl dida ku wek wî bistira. Gava ku min neqla wî dikir, tê derdixist ku dikare yekî bişibîne xwe û ji wê serfirazîyê telefona xwe jî weke tiştên ku hew lêdihatin, bi min re parê dikir. Piştî çûna xwe, ew kaprî jî ji min re hiştin. Bavê min, ewilî lixwekirina wan li min qedexe nekir, çiku ez hê naşî bûm, lê piştî ku şibîyam zilama ew gewitî zêdî serê min jî dît...
Hingê min bîr nedibir, lê her ku gosirmeta çûn û hatina di min jî de gerîya, wê xirecirê ez jî tahmsarkî kirim. Ew bav, ew malbat, di her pelûlê de kelîya; di mektebên me de, di karên me yên siberojan de, di têkilîyên me de, di bawerî û deştşûştina ji xwedayan de, di evînên me de, di stranên me de, di tenêtîya me de, di xwarin û vexwarina me de, di kurdîtîya me de û a soxî; di hîçitî û pûçitîya me de. Ê min, ez bi qasî kekê xwe jîr û jêhatî derneketim. Anku, demildest ji xwe re li kar û rengdêrine -ku bi xêra wan ez ê nebûma belakirê vê xirecirê-, negerîyam. Ev lênegerîna min ne ji ber desthilanîna min qewimî, tevî ku min salên xwe bi "geragup"an kudandin û xwe li guhê gê danî jî, ji wî bavî û malbatê ve, bi kevanekeke din: ji darikê pelûlê ve; wek jirêçûyî xuya bûm. Belkî xebera wan be, belkî jî na. Lê min li xezeban pa... Wan jî wek bandên teyba li hev siwar kiribe jî carna, min li xezeban pa... Û axirî, vê sibehê, vê sibehê, piştî ku min riha xwe li gor dilê xwe kur kir, min di selika xwe ya cilan de her du karpî dîtin, min ê şînê vekirî li xwe kir, -çiku ew berê jî bi min diket- wilo min ew peland û ji bişkokê bêrîkên wî hay li ala Îtalyayê bûm, li jora alê, bi tîpên girdek "lîberal"nivîsandî bû. Lap metel mam. Weku hay ji bindestîya me hebin û qerfê xwe bi me bikin. Kenê gawiran bi me bê jî, ez ê vê havînê van kaprîyan biqetînim, bi lixwekirinê.
*Ev deqa min cara ewilî, 22yê tîrmeha 2018an, li ser malper/ajansa “diyarname.com”ê belav bûbû. Bêyî guherandin û midaxeleyê wê dîsa belav dikim. Wêne jî bi AIyê hatiye çêkirin.
Yorumlar
Yorum Gönder