JI GUND WÊNEYEK

*Berî ku bibe cîranê me 'Etman, heye ku dotmama wî Heyatê di firavînekê de seleteyekê çêke û li mitbexê tiştek xwe bi çavên wê yên mezin ve biştexilîne; yan jî Asyaya piçûk xwe şûm û delalî bike, ji lewre, ji bîra wê biçe şorbenîska li ser sobeyê û binê wê bigire.

Gava ku kelê bê ji 'Etmanê min û we re seleteya wê firavînê, yan jî bêhna şewata şorbenîskê bifûrin firnikên wî, bê ku hay lê bibe, bavê wî yê simbêlboq jî di vî wêneyî de ye, rabe bi du sê dengan li xwe bişehete û bêje: “Heyatê, waaa Heyatêê, keçê ka xwê!” yan jî wê firnikên wî îmanê bînin serê bêvilê, îcar ê teqla xwe bilindtir bike û bêjê: “Heyatê, keçê pornekurê, şorba te şewitî!” ji vê adeta dûrî aqilan, ê bavê wî bi hêç bikeve, dev li tilîya xwe ya girdê bike û, “Kuro bênamûs lawê bênamûsan, ev tu fedî nakî li cem min navê jina xwe hildidî!?”

Ew ê heta kejîyên xwe li ber xwe bikeve 'Etman, sala cihê bibe û bibe cîranê me, yan jî mala xwe bihere bajarekî tirkan jî her ku bixwaze bêje “Heyatê!”, wê çêrên bavê wî di bîrê de olan bidin, wê 'erza wî hinekî din li xwe bişkîne, ji lewre, kengava dotmama wî “Heyatê” bê bîrê, ew ê bêjê “Malê, wa Malê!”

*Ev çîroka min cara ewilî di hejmara 6an a Fanzîna Laserê de (Newroza 202î) belav bûbû. Wê tevî deqa orjînal bêyî guherandin û midaxeleyê dîsa li vir belav dikim.

Yorumlar

Popüler Yayınlar