JI FÎLÎPPO Û FYAN RE

Diranên xwe di lêva xwe ya jêrîn de rameke û deyn li F yên ku navên min didirûn meke*
Fîlîppo!
Li vir, Fyan lașê feodalîzmê li xwe kirine û firîn bi bayê fecrî keftine. Ji lew sirê telaqê balîndeyan xistiye destên wan. Yên hechecîkan jî!
Bavê min hechecîk bi bêhna sîwakên xwe seyandibûn Fîlîppo! loma di hemû werzên zarokatiya min de henûn in û xefk li ber wan nayên vedan.
...
Çendî bi veqetandek im ne wilo Șorzêro!
Û hemû hebûnên ku çermê kirdetiyê ji xwe șelandine jî wekî yên xwe dihesibînim.
Li min bigire Fîlîppo,her çendî șûrepeyvên te yên ku parzemîn hejandibûn û lașê F yên min ên ku Feodalîzm li xwe kiribûn,xurandibin jî ez dîsa bi kurmê șîrî pîkolê dikim.
...
"Ez dinêrim,lê tu dibînî Fîlîppo!"
Tu nenêrî jî dibînî,flamencoyan jîngeha te ji kedîtiyê xalî kiriye. Loma ew qasî dilrewan û rewanas î. Lê F yên xwe kirine yên min,fereca xêrê li xwe girtine. Ez û ew ji hev re bûne telîsine xwê û me hevdû helandiye,terifîne rojê pênc qaman.
Tu jî xwedan fyekê yî Fîlîppo hem jî ji xeynî navê te yê ku bavekî Latînî  bi lawitiya xwe ve zeliqandîye.
Ez jî yên du fyan im êdî. Yê f ya ku navê min dirûtîye û yê bajarekî ku bi porkurriyan fitirîye. Hew! Hew sîya me çavên xwe beloq kirine û ziq li xwedê nêrîne,ji nekutkutandina çavî xwedê giriyaye û termê hebûna me li ber avê çûye...
...
Bindestiyê hemû cînavkên ku ez anîme  bîra te
pelixandine,yên mayî jî bîra xwe dane ber șûjinan. Em wisa (ne)mane.
Fîlîppo heçku anîne bîra te jî goștê me ji șûrî re timî mivred e. Lê em ji gîyanî ve koooo mane.
Ji lew re te ez têkbirime
Û min bi xwe re bîreke mișt f jî herifandîye
Û tu yê bijiyî bi fyên min

*Ev deqa min cara ewilî di hejmara 28an a Kovara Çirûskê de (28ê tebaxa 2016an) belav bûbû. Wê bêyî guherandin û midaxeleyê dîsa li vir belav dikim.

Yorumlar

Popüler Yayınlar