DI HEQ DE
Merheba, Ez Ferec Koyistanî me.
Tu yê li vir deqinan ji dil û bîra min bixwînî ku min berê ew li kovar, rojname, ajans û medyaya civakî belav kirine, û yên ku ez ê ji niha û pê ve li vir binivîsim jî dê li vir bin (heger wensa min li nivîsandinê bê).
Sedemeke din jî sansur û zexta rejîmên zilmkar a li ser medyaya sosyal e ku berê min da vir. Heger rojekê em bê medyaya sosyal bimînin, ez ê ji vir hewil bidim ku dengê xwe bigihînim dinyayê.
Îcar em werin “sentîpensante”ê: Ev peyva ku Eduardo Galeanoyê nivîskar ê ku ez gelekî hez jê dikim; ji masîgirine Kolombiyayî bihîstiye, ji lêkerên spanî “sentir” (hestpêkirin/pêhisîn) û “pensar” (fikirîn/ponijîn) pêk tê: “yên ku bi hestan difikirin.” Ew helwêsteke rewşenbîrî ye ku dibêje, “Divê yên ku bi êqil difikirin divê ne sar bin, yên ku bi dil tevdigerin jî ne kor bin.” Meyleke weha ye ku mirov êş û problemên civakî ne bi mentiqekî bêruh, lê bi wijdan û hişekî zelal dinirxîne.
Dibêm qey ez jî weha bûm an jî min xwest wilo bim. Axir; niha ev e.
Têbînî: Ji ber Bloggerê “sentirpensante” qebûl nekir, min adrêsa xwe bi fonetîka îngilîzî weke “centirpensante” danî. Wesselam.
Yorumlar
Yorum Gönder