DEREK WALCOTT: EVÎN PIŞTÎ EVÎNÊ

Wê bê wext bi coş û perroş,
tu yê li xwe bibanî 
dema ku ve bî bi ser derîkê xwe ve,
di mirêka te de 
û her yek ji te wê bibişire
kêlîka ku yê dî xêrhatinê tê bide. 

Tu yê bêjî ji xwe re, rûne li ha. Bixwe. 
Tu yê dîsa hej wî biyaniyî bikî ku tu yî. 
Şeravê jê re dagire, nên jê re hûr bike. 
Dil bide dilê xwe, heta ku tu xweş bî

ji bo biyaniyê ku hej te kiriye, cenabê te yê ku te guh lê nekiribû ji bo yekî din, ji bo yê ku bi erzanî tu nas dikirî.
Bi erdê ve dake nameyên evînê yên di refikên kitêban de, 

fotografan, têbîniyên bêhêvî, teyisîna xwe tazî bike ji mirêkê. 
Rûne. Mewlûdekê ji bo xwe bide bi jiyana xwe. 

Wergera ji wergerê:
Ferec Koyistanî, zivistan, 2025

Yorumlar

Popüler Yayınlar