DÊLINDÊZEKE QURBANÊ YA JIBÎRÇÛYÎ: QIDIKA QIDÎŞKÊ

 


*Hin caran ji ber xelasiya xezebekê, hin caran jî ji bo hasilbûna miradekî; lê di axiriya
axirîn de, armanca kiryara qurbandayînê û wek sedem jî kirûya qurbanê, ji “baweriyê” dol
digire û têkiliya wê ya bi baweriyê re qewî qewîn e. Û bi piranî jî bi rijandina xwînê bi encam
dibe, qurbandayîn. Ji me gelekan ve eyan in xewnên Hz. Brahîmî; yên ku weke wehiyê nazil
dibin bi riya Cebraîlî. Ya ewil mizginiyek e: Cebraîl pê dide zanîn ku dê miradê wî hasil bibe,
dê Xweda kurekî bidiyê. Lê piştî çend salan, xewnên wî yên din vediguherin kabûsan û li ser
hev dubare dibin. Û belika guhê Hz. Smaîlî xwê nade, ew jî bi qasî bavê xwe bawermend e, ji
loma wiha bersiva wî dide: “Bavo, pêk bîne ya ku li te hatiye fermankirin. Bêguman tu yê min
bi dayoxan re bibînî.” Piştî ku kur û bav bi vê dilsoziyê tên azmûnkirin, kêr qelp dike li Mînayê,
Xweda di wan de dibihure û Hz. Brahîm bi beranekî tê xelatkirin, bi beranekî ku Habîl ji
bihuştê jê re dişîne bi riya Cebraîlî.

Lê bi tenê ne ev e mîtosa qurbanê; gava ku mirov ber bi bêndera mîstîzmê, ber bi
Grekistanê ve diqedime, mirov dibîne ku xwedawendên wê mîna Xwedayê îslamê ne
dilbirehm bûne. Li wir, di şibiyeta ya îslamê de mîtosek hebûye, di mîtosê de jinek; jineke ku
wek a Hz. Îsmaîlî kaba wê mîr nehatiye… Tê gotin ku piştî wê jinê pêlên xwîna mirovan li nav
grekan dibe Ey Av û Av. Çîrok wiha ye: Di Herba Trûwayê de, ji bo ku Menelaûsê qiral tola
xwe hilîne û jina xwe rizgar bike, bi serfermandariya birayê xwe Agememnonî yê ku qiralê
Argosê ye artêşekê li hev vedihewîne, ji her terefê Grekistanê qiral beşdariyê li vê seferê
dikin û li keştiyên xwe bi navê “akhaîo”yan siwar dibin, li bendî Xwedawendê Bê dimînin ku
bê li wan bigobilîne da ku babirkên keştiyên wan bi bê tije bibe û bi rê bikevin. Lê
xwedawend ji bo berdêla vê daxwazê, ji Menelaûsî dixwazin ku ew keça xwe Îphîgenîa’yê
bike qurban; piştî ku Menelaûs vê fermana wê bi cih tîne û avê li keça xwe venaxwe, ba li
wan digobile, babirkên keştiyên wan bi bê tije dibe û digihîjin Trûwayê.

Û dibêjim qey di meseleya qurbanê de, kes bi qasî aztekên ku li Amerîkaya Naverast
jiyane, ne xedar e; yanî wan sola gelek şaristaniyan di taqê re avêtiye bi erjengiya xwe.-
Dibêjin Stêrka sibê, Venus, li nav aztekan weke nîşana bêyomiyê dihat dîtin û wan Venus bi
xwîna dilê dîlên xwe aş dikir. Erkdarên wan ên dînî mohra xwe li vê rîtuelê didan; gava ku
qurban hîn sax bûna, radihiştin kêrên xwe yên kevirî û li dilê qurbanan dixistin, dilê wan ji
sînga wan vediqelaştin! Tê angaştkirin ev rîtuela ku bi navê tirsa asmanî dihat binavkirin, ji
teref hin civakên din ên li Meksîkayê ve weke tradîsyonekê hatiye parastin û jiyandin.
Heçku dê ev her sê mîtos bes bin û dema ku mirov ji cografyayên dereke berê xwe
bide Kurdistanê; di Kurdistanê de jî bi taybetî biide herêma Omeriya, -ne bi xezeba aztekan
be jî- dibîne ku me jî qurbandayîneke ecêb ya xwemalî hebûye. Çima bi taybet Omeriya? Ji
ber ku ev sedsal têra xwe biadan e û ji gelek herêmên din ên Kurdistanê min jî gelek nas û
heval hene, wexta min xwest vê nivîsê binivîsim, ji Torê, heta Bota û Serheda, min ji çendik û
çend camêr û canikan pirsî bê ka ev a ku ez ê çend hevok şûnde binivîsim li cem wan jî heye
yan na, wan bi piranî ez bi neyînî bersivandim. Belkî jî hebûye, lê hatiye jibîrkirin…
Dêlindêza me ya qurbanê, Qidika Qidîşkê, ji bo derbasbûna kew (leke)eke zikmakî ye
ku li gorî tibê bi piranî di pişt an jî kemaxa zarokên reng esmer de tê dîtîn û hetanî 4 saliyê jî ji
ber xwe ve winda dibe. Gava zarokek di navbera 1-5 saliyê de be û mirîşkên malbata wî jî pir
bin, ji ber ku kew jî hinekî reş e; bi taybetî dîk, mirîşk an jî ferûckekeke reş tê serjêkirin û
hemsalên wî/ê zarokê yên taxê tên ezimandin, ew pev re jê wê xwarinê dixwin. Bawerî pê
heye ku ji vê qurbanê şûnde kew derbas dibe. Min hinekî din jî bi ser vê baweriyê de ajot û li
gorî ku mezinên malbata me ji min re qal kir; wan bawerî heye ku ew kew şûna boçikekê be,
ji lewma, ji bo rizgariya ji wê boçikê ew keferat tê dayîn. Bêguman, ev bawerî nav û nûçikên
nijadperestên tirkan jî tînin bîra mirov û mirov pê aciz dibe. Lê belê ew mezinên me, bi qasî
ku tûşî nav û nûçikên bi vî rengî bên, tirk nas nekirine. Ji ber vê yekê îhtîmal heye ku ev dab ji
serdemeke dêrîn mabe û gihîştibe heta îro… Lê ji van mîtosên tehl yên dêlindêzan cudatir
yeke îdeal heye ku bi mirov pir xweş tê. Ew jî ya pêşiyên me yên zerdeştî ye; dîroknas
radigîhinin ku beriya zerdeştî di destê sasaniyan de deforme bibûya, wan ji bo her zaroka/ê
ku ji dayik dibû darek dişitiland…(!)

*Ev deqa min bi navê "Alik X" yê miste'ar, di hejmara tîrmeha 2020î de (çêdibe ku ya destpêka tebaxa heman salê be jî!) ya Heftenameya Xwebûnê de belav bûbû. Lê ji ber ku bi ser websîteya Xwebûnê ve nebûm, nayê bîra min bê ya çendan bû.

Yorumlar

Popüler Yayınlar