BLUESA ALAYA MIRÎ
Agir bi mekînê ketiye
Û çunîne kes dereksiyon zeft ‘ke
Û kanalîzasyon genî bûye
Bi dinyayek xwekujiyên tikîtenê
Û qere-bayek digobile
Hikim la daye
Û em hindqeder ‘emel bi geyê dikin ku
Radyo vekirî û perde nixamtî ne
Em bindest man di zikê vê zirr-mekîna dirr de
Û heta jê biqede bimire xwîn ji ber mekînê terre
Ro çû ava
Û heçku bîlboard dikenin di bin simbêlan re
Û ala mirî ne bi serê bilindcihan ve
Halo cirriya:
Tep bûn avanî bi ser xwe de
Dayikan dergûşên xwe himbêz kiribû,
Li kavilan dixebitîn
Û kurr dikirin kezî bi ser xwe de
Ezman î bedew bû di nav şewatê de
Dirêj dibûn ber bi jor ve
Sercem hesinên tewiyayî
Hatibû şuştin her tişt bi moraneke tenik e narincî ve
Min got: ‘Min ramûse, tu kaw-kubar î – Evana bêhenek jî rojên axiriyê ne’
Te bi destê min girt û em tê werbûn
Mîna xewnekê yan jî çahleke êgir
Em hişyar bûn danê sibehekê û em tê werbûn hinekî din jî –
Ebeden newala mirinê ye
Tûrikê xwe saxtî dikim
Û bi xwînê mişt e
Wergera ji wergerê: Ferec Koyistanî
Payîz – Zivistan, 2026
Yorumlar
Yorum Gönder