ATTÎLA JOZSEF: WÊ HEJ MIN BIKIRANA


Nahizirim bê çi ye çê û neçê
Dixebitim, diêşim: ev e jiyana min. 

Kelekine bi perwane, dîzikan çêdikim. 
Di wextên neçê de neçê, di ên çê de çê.

Karûbarên min bêhed in! Bes hezjêkirina min,
Bi pêhesîna van, bê ’etlayî li ciyekî dide ser hev. 

Hezjêkirina min bêguman e, ger yeqîn ke jî ji wan,
Huş dibe hê beringa sûndê, yeqîniyê.

Min bi darek kin, ma ez ê nebêm qey qijak in 
ger nînbe li texmê dareke mayin ku bilîse li şaxikên min. 

Min bi zeviyek kin, hûn ê bibînin ku wê ji ser min hilkin tevrikên cotkarine pîr, giyayê ku xweyî dikim. 

Divîbû we kartol bi xwêdana xwe av bidana
Da we bidiya bê çilo ber dixwin bi axa min a nankor. 

Av im ez. Çirraveke ku lê ye dirûv bi xwe de
Ar? Xwelî me ez. Lê hek xwedayek bûma, 

Wê serreşan bêhawe hej min bikira 
Li her dera ku ew bîr dibin pêdivî bi xwedayan heye. 

Wergera ji wergerê: 
Ferec Koyistanî 
Nîsan – Gulan, 2024

Yorumlar

Popüler Yayınlar