KENÊ GURAN BI DEMOKRASIYA ME TÊ!
Belkî mirov di navbera salên 1940–1990î de li partiyên kurd negirta û bibihiriya li “demokrasî”ya wan a bi henekan, a ku ji siltaniya malbatî û ji pozberiya malbatî ve ne tiştekî din e.
Sermerseleyê; tevî ku kurên Mam Celal Talebanî, li Brîtanya mezin bûn û bi ingilîz û frensiyan re xweş dida û stend jî; Bafil Talebanî ji kultura wan tu tiştekî baş wernegirt. Çilo keys pê xist, birêvebiriya Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) têk bir û hima bêje bi derbeyeke mafyatîk bû serokê wê. Bi wê jî nema, bi pismamê xwe Lahor re şer kir, dawiyê ew xist hepsê de û bi ser mal û medyaya Mela Bextiyar de girt. Ne bi riya hiqûq û qanûna ku rewatiya xwe ji “demokrasiyê” digire.
Hela li vê ecêbê: Demekê Bafil û Lahor hevserokên YNKyê bûn û her du jî pismamên hev bûn, ne ku ji wan dotmama pismamekî din bû! Û dibêm qey belkî mînakeke wilo absurd tune be di dîroka siyasî ya dinyayê de heta niha.
Kek Mesûd Barzanî, bi teşebisa xwe ya Referandûmê Serxwebûna Başûrê Kurdistanê (25ê îlonê 2017) bê guman wê wekî pêşewa û lîderekî nejibîr di dîroka me de kesekî nemir be. Lê, bi dagîrkirina Kerkûkê û deverên din ên ku ji başûrê Kurdistanê hatin stendin û îstifaya wî ya ji seroktiyê re, divîbû efsaneya Barzanî dor bida hine din. Demokrasiyê ev yek ferz dikir, ne ku kar bisparta birazî û kurê xwe, ku kes nizane piştî koça dawî ya Kek Mesûd, wê ji wan bafiline mafyatîk derkevin an na!
Heger meriv sexî neke û nekelime jî piştî 20 salên din wê kurên Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî bibin serokên me. Ji niha ve, bi qiyametek derfetan, bi artêşeke medyayî ji bo vê yekê tên hazirkirin. Çima û ka ev çawa demokrasî ye? Rastî ev e û serê mehê çend caran, xelk Başûr vala dikin. Di çem û behran de, li ser riya rev û penaberiyê difetisin.
26 sal ji mîlenyûma teze çûne. “Demokrasiya radîkal” a Öcalan, sirf ji bo ku ji devê meclisa tirkan peyva “sayın Öcalan” bê bihîstin, kotaya malbatê ji bo wî terxan dike, her carê biraziyekî wî dike parlamenter. Tew, qal nakim bê çima û çawa Ahmet Türk biraziyê xwe jî kir şaredarê Akdenîza Mêrsînê (?) Ji ber ku qanûna şaredariyên mezin rê nedida ku 2 kesên ji heman paşnavî di meclisa şaredariyekê de cih bigirin, lê wî çilo neviya xwe li Artûklûya Mêrdînê kir encûmen (?)
Kenê guran bi demokrasiya me tê! Lê zarokên Qazî Mihemed jî hebûn. Heta ku kurê wî Elî Qazî rihmet nekir, kesî ji me navê wî nebihîstibû. Çima? Çi ku xwe dernexistin pêş. Yên Qasimlo jî wilo.
Demokrasî, wek henekekê hat Kurdistanê. Ji loma ez bi dil û can dixwazim ku yekî di şibhêta general Hisên Yezdanpenayê rojhilatî de ji Hewlêrê dest pê bike û derbeyekê li hemî Kurdistanê bike. Hûr û gir gişan bide ber xwe û me ji vê hetîketiyê, ji vê şerm û cerrisiyê rizgar bike.
Wesselam.
Yorumlar
Yorum Gönder