“KEÇIKA NISÊBÎNÊ”, DILDARÊ TE JÎ ÇÛ!
Li dor 5ê vê sibehê, ji Facebookê, ji rûpeleke Nisêbînê pê hisiyam ku Kilamedîno jî rihmet kiriye.
Birayê min ê di biniya nûxuriyê malê re, sala 2004an, nema guh da “guneh e, aleta şeytên e!” yên bavê min û ji Qibrisê televîzyoneke markaya Profîlo ya 37 ekran anî. Camêr bi wê jî nema û VCD Playerek jî tevî wê anî.
Em ji çûna mala apê min û mala pîra Hefsê xelas bûbûn. Wê salê û heta ku biçim yatiliya tirkan an li Farqînê me bi xêra wê VCD Playerê li gelek fîlman temaşe kir û li stranan jî guhdarî kir.
Baş tê bîra min. Havînî bû û televîzyona me li hêwanê bû weke gelek havînan. Hingê me CDya Hozan Kilamedîno danîbû ser. Hinek klîb jî tê de hebûn. Klîba strana wî ya navdar “Keçika Nisêbînê” jî hebû. Li serê guherekê ji xwe re distira, havînî bû.
Çend sal berê, dema xwendekariyê dîsa ew klîb hat bîra min. Lê li ser YouTubeê bi ser ve nebûm. Hingê, bi ser straneke wî ya din jî ve bûm: “Yildiz”. Gotinên wê bi min gelekî sempatîk hatin. Xasma jî destpêkê dibêje: “Xwezî ... tizbiya destê’m ew biskê te y’ xelek ba!”
“Tizbî” tevî ku objeyeke zehf xuyayî ye jî di nav rojê de, lê heçku ji bilî vê stranê min di straneke modern a kurmancî de qet navê wê nebihîstiye. Belkî jî dîsa ji ber TVyê û rêzefîlmên beredayî yên tirkan e ku li ber çavên me reş bûye û wilo lê hatiye heçku bi tenê karakterine negatîf pê ‘emel dikin di wan rêzefîlman de.
Xên ji sempatîkbûna (xasma jî vê dera vê stranê) hingê û niha jî Aynûra Emîn ‘Erbanî jî hat bîra min, tê bîra min. Her du nav jî naşibihin navên berê yên jinên kurmancan. Lê çawa û çima bûn “zalim” û “bêbext”ên mûzîk û civata me? Nizanim...
Xwedê rihma xwe li te bike Hozan Kilamedîno.
Yorumlar
Yorum Gönder