CÉSAR VALLEJO: LAWIJ BO KOMARPERWEREKÎ SPANYOL
mishefekê aj dida, li ser miriyê xwe.
Anîn rakirin cindî,
û tev li henaseyên me bû, devê wî yî şênber î xemgîn;
me tevan xwêdan dida, gewdêyên me bar;
heyva li çarda li dû me;
heta bi cendekê wî jî xwêdan dida ji janê
Û mishefek di herba Toledoyê de,
li dû mishefek, li ser mishefek,
aj da ji miriyê xwe.
Helbesta hinarka wî ya şîrkî,
nabêna huşbûn û dengkirinê,
helbesta wê danezana gernas
a di dilî de.
Hew mishefek mabû li pê,
çi ku di gornê de nîn bûn kêzik,
û zendikên şapikê wî li hindê
hewaya ku dibû bi xwînê
hilm bi xwe dixist û abadîn dibû.
Me tevan xwêdan dida, gewdêyên me bar,
heta bi cendekê wî jî xwêdan dida ji janê
û mishefek, ya ku xilolîkên min diherike pê
mishefek, li dû mishefek, li ser mishefek,
aj da ji miriyê xwe bi coş û perroş.
Wergera ji wergerê:
Ferec Koyistanî, adara 2022yan
Yorumlar
Yorum Gönder