VIRGINIA WÊ ÇI XWE BI ME DE Û ÇI NEDE (?)

Doh na pêr, (19ê mijdara 2026an) Gulan Mizgîna mûzîsyen vîdeo klîbeke nû belav kir. Navê wê “Virginia” ye. Xên ji hesabên medyaya sosyal ên Gulan Mizgînê, klîba navborî bi etîketa “Kom Mûzîk”ê jî belav bû. 

Peyvên stranê aîdî Gulan Mizgînê ne. Ji Virginia Woolfê (1882–1941) daxwaza odeyekê dike di stranê de. Hem ji bo xwe û hem ji bo hemî jinan. Jinên kurd ên navdar û jinên navdar ên bi piranî femînîst ên ji welatine dereke, digihin hev di anîmasyonekê de. Her yek ji odeyekê derdikeve û talîkê li hev dicivin. 

Weke hemî hewilên Gulan Mizgînê ên sebaretî mûzîkê, ev klîba wê jî pêrgî qiyametek rexneyan hat. Bawer im wê hê jî bê. Heçku tibabekî jî ji ber ku beriya beringê vê xanimê çawa stranbêj gav neavêt nêv civatê, piranî wê nahebîne stranbêj/mûzîsyen. Belkî jî ji ber ku hewil dide gelek îşan pêk ve bike, dilê wê piraniyê lê narûnê. Yeka dî jî: “Çê welew neçê reklam seraqet reklam e,” tê gotin. Û xwe di rojevê de dihêle her ji çendakî. Nexasim jî di ya Xê de. 

Motîvasyona xwişk-kirina sercem jinan jî bêpar nîne ji xezeba bi serê me de hatî, ewa ku dê “gel bikirana bira”, yan jî “karkir û gundî”. Van 40-50 salê dawî, axlebe jî piştî salên 2000î. Xezeba din jî “biratiya umet-ul mislimên” e helbet. Ewa ku herkê merseleya Xeze û Filîstînê hal bibe, wê pariya nên nemîne li Kurdistanê seba xweyiyên wê. 

Fikir, îdelojî û gelek tişt timî kêm û nuqsan tên welatê me. Ya Virginia Woolfê jî wilo ye bi min. Femînîstên me jî wê bes ji odeya wê nas dikin bi min. Ku çêdibe meriv “odeyê” çawa dewletekê jî bixwîne. Heyat û helwêsta Woolfê zehftir e ji tişta ku hayê me jê heye.

***

Pirî caran ba bi kû de em jî bi dû ne. Ango însan tiştên ne di hesêb de dike. Xwendinên min jî wilo şikilîn nexasim jî xortaniyê. Heyama Pandemiyê, li Cêma Kafeya li Bîngolê, çavên min bi vê kitêbê ketin: 

Min bir û li malê xwend. Tevî ku a niha nayê bîra min jî kitekit û anektodên balkêş hebûn di heqê çendîn edîbên navdar ên welatine dereke de. Lê xweş tê bîra min û min ji bîr nekir beşa di heqê Virginia Woolfê de. Dibihire tê de ku nivîskara mintehir beriya ku întihar bike careke din jî tê fikiriye ku xwe bikuje. Hem jî tevî hevjînê xwe Leonard Woolf (1880–1969). Heger bihikime û Adolf Hitler Londonê jî dagîr bike. 

Beşa di heqê Virginiayê de û kurtasiya wê têfikirîna wan a mintehiriya pêk ve, ku tê heye ku ji rojnivîska wê ya 5 cildî hatibe wergirtin, di rojnivîskên wê de wilo derbas dibe: 

“Îro em dîsa li ser wê yekê şitexilîn. Ne bi tirs, ne bi girî. Çawa cohtek biştexile li ser rêwingiyekê.

Leonêrd got, heger ew bên... Heger Hitler were vir, em ê çi bikin?

Min fe kirê. Aram bû. Her tim aram e. Min got, em ê li bendê nemînin ku ew werin û me bigirin. Em ê xwe bi xwe biryarê bidin.

Li derve bihar e. Dara sêvê kulîlk vedaye. Wîçewîça çwîkan e nola ku şer tune be. Lê di dilê min de dengek heye ku dibêje, ‘Ev aramî dê nemîne.’ 

15ê gulanê, 1940 – Rodmell”

Axiriya axirîn: Wirginia Woolf jî çawa gelek kes, fikir û tiştine dîtir heq nake ku hew bi femînîstî û “Odeyek bo Xwe”ya xwe li civata me bê bihîstin û behs jê vebe. Yan jî wê minasibtir bûya, herkê ji nav rexneyên li Gulan Mizgînê, min bibîrxistineke wisakî jî xwendibûya. 

Wesselam.


Yorumlar

Popüler Yayınlar